Ji Kobanê heta Sûrê çîrokek berxwedanê: Rûken Amed
Dayika Mizgîn Koçyîgît a di roja destpêkê ya berxwedana bêhempa ya Sûrê de ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin got, "Keça min dema ji bo gelê xwe şer dikir, şehîd ket. Ev ji bo me şeref e."
Dayika Mizgîn Koçyîgît a di roja destpêkê ya berxwedana bêhempa ya Sûrê de ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin got, "Keça min dema ji bo gelê xwe şer dikir, şehîd ket. Ev ji bo me şeref e."
Li Kurdistanê êrîşên dewleta AKP'ê yên li hemberî berxwedanên xwerêveberiyê dewam dikin. Dayika Mizgîn Koçyîgît a di roja destpêkê ya berxwedana bêhempa ya Sûrê de ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin got, "Keça min dema ji bo gelê xwe şer dikir, şehîd ket. Ev ji bo me şeref e."
Mizgîn Koçyîgît (Rûken Amed) di sala 1992'an de li gundê Şêralî yê Farqînê ji dayik bû. Mizgîn, ku di 2 saliya xwe de dema gundê wan hat şewitandin rûyê terora dewletê dît, tevî malbata xwe li navenda Amedê bi cih bûn. Malbata Koçyîgît bi qasî 2 salan li Amedê ma, lê ji ber pirsgirêka aboriyê neçar ma koçî Îzmîrê bike. Tevî ku zaroktî û ciwantiya xwe li metropolên Tirkiyeyê derbas kir jî her tim bi xaka xwe û têkoşîna azadiyê ya gelê xwe re dilsoz bû. Baweriya wê ya bi azadiyê berê wê da çiyê, Rojava, Kobanê û herî dawî ew gihand Sûrê cihê destana berxwedana dîrokî.
Mizgîn Koçyîgît, ku di dema dorpêçiya li Sûrê de, gava roja 2'ê Kanûnê ji navçeyê derdiket ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin û weke Guler Eroglû di çapemeniyê de hat weşandin. Koçyîgît di destpêkê de li Êlihê hat veşartin. Piştî ku malbata Koçyîgît wêneyê di çapemeniyê de hat weşandin dît, serî li dozgeriyê da û rastî derket holê.
Mizgîn û Guler du can, du hevrê bûn... Du jinên ciwan bûn, ku çiqasî şer dikin ewqasî bedew dibûn. Du milîtanên ku li gorekê bi cih nebûn.
'MIZGÎN JI RÊYA XWE YA RAST VENEDIGERIYA'
Dayik Hatûn Koçyîgît, qala keça xwe Mizgîn Koçyîgît a li Meydana Şêx Seîd di 2'ê Kanûnê de ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, kir û got, "Keça min zarokeke gelekî cuda bû. Tevî ku li bajêr mezin bû jî, ti taybetmendiyeke bajêr pê re nebû. Gelekî hez ji xwezayê, ji heywanan û ji gund dikir. Timî bi heywanan re eleqedar dibû. Şivantî ji pezê apênx we re dikir. Li van deran normal zarokên keç şivantiyê nakin, lê ev qet ne xema wê bû û pez diçêrand. Zarokeke klasîk nebû. Hewl dida her tiştî hîn bibe. Gelekî jîr û wêrek bû. Vê wêrekiya wê carna ez ditirsand. Serbilind bû, dinya hemû li hemberî wê rabûya, ew ji rêya xwe ya rast venedigeriya."
Dayik Koçyîgît diyar kir, Mizgînê ji çiyê heta Kobanê, ji Kobanê heta Sûrê çîrokek lehengiyê nivîsand û got, "Keça min dema diçû lîseyê, li bajêr xebat dimeşand. Ewilî haya me ji vî karê wê tinebû. Piştî salekê dema derbasî pola duyemîn a lîseyê bû, bi awayekî vekirî êdî dest bi meşandina kar kir. Heta pola duyemîn a lîseyê li Îzmîrê xwend û piştre hat cem xwişka min a li Amedê. Piştî ku ew hat Amedê, em jî li Amedê vegeriyan. Piştî ku 3 salan li bajêr xebitî, derket serê çiyê. Dûre em pê hesiyan ku ji wir çûye Rojava û tevlî berxwedana Kobanê bûye. Di dema vê berxwedanê de carekê ji lingê xwe, carekê jî ji pişta xwe birîndar bû. Piştî Kobanê, ji bo destekê bide berxwedana xwerêveberiyê hat Sûrê."
'YA KU BI NAVÊ GULER HAT VEŞARTIN, MIZGÎN BÛ'
Koçyîgît got, "5 roj piştî ku min keça xwe dît, agahiya mirinê ji min re hat" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Piştî ku Mizgîn hat Sûrê, ji bo dîtina wê em çûm cem wê. Piştî demeke dirêj min keça xwe dît, gelekî kêfxweş bûm. Em hinekî axivîn û piştre vegeriyam malê. 5 roj piştî vê hevdîtinê, danê sibehê kurê min hat cem min. Pirsa 'Dayê te îro li televîzyonê temaşe kir?' pirsî. Min jê re got, 'Di nava ewqas karî de ez ê çawa karibim li televîzyonê temaşe bikim'. Dûre bêdeng bû. Ji rûyê wî dihat fêmkirin, ku dixwaze tiştekî bêje. Lê nikarîbû bigota. Bi awayekî ecêb tevdigeriya. Min fêm nekir çi bûye. Herî dawî hat cem min û ji min re got, 'Dayê ez ê wêneyekî nîşanî te bidim, dişibe Mizgîn'. Wêne nîşanî min da, min yekser keça xwe nas kir. Min got ev Mizgîn e. Hevjîn û tiyên min hatin. Haya wan ji vê bûyerê hebû. Min ji wan re got, ew Mizgîn e. Lê wan gotin ew ne Mizgîn e. Min bi israr ji wan re got ew Mizgîn e. Dûre her du keçên min hatin û gotin, 'Dayê ew ne Mizgîn e, daxuyaniya fermî hatiye dayîn. Dibêjin Guler Erolgû ye.
Dîsa jî ez qanih nebûm. Lê tiştek ji destê min endihat. Piştî ku keça min hat qetilkirin, ji ber ku ji aliyê malbata Guler ve hat teşxîskirin, ew li Êlihê hat veşaritn. Piştî du rojan agahî ji me re hat ku ew ne Guler e. Em rabûn çûn Êlihê. Li wê derê ji bo keça min mewlûd hat dayîn. Ez tevlî mewlûda keça xwe bûm, ku di bin navekî din de dihat dayîn. Piştre em bi malbata Guler re axivîn. Me rewş ji wan re vegot, lê belê wan gotin, 'Ev keça me ye. Em naxwazin gora keça me bê vekirin'. Me kir nekir malbat îqna nekir. Herî dawî deqên Mizgîn hatin bîra min. Li her du milên Mizgîn deq hebûn. Min bang li dayika Guler kir û jê pirsî 'qet deqên Guler heye? Wê got 'na'. Li ser vê yekê min jê re got ku deqên keça min li ku derê ne. Dema min ev jê re got, dayika Guler ji min re got, ku di dema teşxîskirinê de wê jî li cenaze heman deq dîtiye. Piştre di encama testa DNA de eşkere bû ku ya hat qetilkirin ne Guler e, keça min Mizgîn e."
'EZ HER TIM BI KEÇA XWE RE SERBILIND IM'
Dayik Koçyîgît anî ziman, wan cenazeyê keça xwe Mizgîn ji gora li Êlihê derxistin, anîn Farqînê û got, "Dema me ji Êlihê derxist û anîn Farqînê, hevjînê min xwest wê li hewşa malê veşêre, ji bo li nêzî me be. Lê min qebûl nekir. Ji bo bîranîna keça min an jî hîs bikim ku li cem min, ne pêwîste ji aliyê fîzîkî ve nêz be. Li ku dibe, çawa dibe bila bibe ez ê her tim wê bibîr bînim. Keça min dema ji bo gelê xwe şer kir, şehîd ket. Ev yek ji bo me şerefek e. Ez her tim bi keça xwe re serbilind bûm, ez ê her tim pê serbilind bim."