Kaymaz: Em bi ruhê Gezî û xwerêveberiyê têbikoşin
Gerîla Berkîn Kaymaz diyar kir, Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan gaveke dîrokî ye û destnîşan kir, ku ruhê berxwedanê yê Gezî û xwerêveberiyê hîmên girîng ên têkoşîna hevpar in.

Berkîn Kaymaz ê bi eslê xwe Tirk e û ji Stenbolê tevlî nava refên gerîla bû, bal kişand ser nasnamea enternasyonalîst a gerîla Berkîn Kaymaz da xuyakirin, ku wî navê Berkîn Elvan ê di dema berxwedana Gezî de ji aliyê hêzên rejîma AKP'ê ve hat qetilkirin û Ûgûr Kaymaz ê li navçeya Mêrdîn Qoserê di 12 saliya xwe de bi 13 fîşekan hat qetilkirin, li xwe kiriye.
Kaymaz anî ziman, ku ew bi Berkîn Elvan re li heman nexweşxaneyê di heman demê de ji ber heman sedemê ma ye û got, "Ji bo navê Berkîn li çiyayên Kurdistanê bidim jiyîn, min ev nav rakir. Ez Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) di vê çarçoveyê de dinirxînim; rêya şoerşa Tirkiyeyê ji şoreşa Kurdistanê derbas dibe. Dema mijar berjewendiyê wan be, faşîst bi lez û bez li hev dicivin. Li hev civîna şoreşgeran, bindestan û sosyalîstan erênî ye. Ez damezrandina TŞYG pîroz dikim. Têkoşîna me ne tenê ji bo Kurdistanê ye. Mînak; ji bo demokratîkkirina Sûriyeyê, ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê, ji bo demokratîkkirina pareyên din e. Lewma ragihandina TŞYG dîrokî ye. Xuya ye şoreş wê bi vÎ rengî pêk were."
Kaymaz diyar kir, dema ew li encamên berxwedana Gezî dinihêre dibîne ku hêviyê dide gelan û got, "Avabûna TŞYG dewama vê ye. Tevgera şoreşger a nû ava bûye, wê ala berxwedanê ya Mahîran, Denîzan û Îbrahîman bilind bike. Divê her kes bi xurtî xwedî li vê hevgirtina gelan derkeve. Her kesên azadiyê dixwazin pêwîste di nava tevgerê de cih bigirin."
Kaymaz da zanîn, ew weke şervanekî enternasyonalîst di nava refên têkoşînê de cih digire û got "Nabe u berxwedana gezî û bexwedana xwerêveberiyan ji hev cihê were nirxandin. Ruhê Gezî û xwerêveberiyê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî afirandiye."