Li Gevera berxwedêr 2 teqînên mezin rû dan
Li taxa Cûmhûriyetê, ku şer lê giran e 2 teqînên dijwar li dû hev rû dan. Piştî teqînan gelek ambûlansan berê xwe dan taxê.
Li taxa Cûmhûriyetê, ku şer lê giran e 2 teqînên dijwar li dû hev rû dan. Piştî teqînan gelek ambûlansan berê xwe dan taxê.
Li navçeya Colemêrg Geverê, ku dorpêçî û êrîşên hêzên dewleta Tirk lê didomin, şer giran e. Li dû bomberdûmana danê sibehê destpê kir, hêzên rejîma Tirk xwestin xwe berdin nava taxa Cûmhûriyetê. Li ser bersiva hêzên YPS û YPS Jin şer derket. Piştî vî şerî li taxê 2 teqîn li dû hev rû dan.
Ji rêya Îpekê gelek ambûlansan berê xwe dan herêma teqînan lê rû dan. Ji gelek cihên taxê dûxan bi ser navçeyê ketiye.
Bomberdûmana li hemberî navçeyê dewam dike. Dû bi ser gelek malan ketiye.