Li Şirnexê bomberdûman û şer giran e

Li bajarê Şirnexê, ku hêzên rejîma Tİrk ev 13 roj in êrîş dikin, bomberdûman û êrîş bênavber dewam dikin.

Bomberdûman û şerê duh bi şev li Şirnexê şidiyan, dewam dikin.

Li dû bomberdûmana bi tank, top û obusan a li hemberî taxên Cûmhûriyet, Dîcle, Îsmetpaşa û Bahçelîevlerê, li xeta Gazîpaşa û Îsmetpaşa şer qewimî. Li ser encamên şer agahiyeke zelal bi dest neket. Lê danê sibehê gelek ambûlans çûn herêmê.

Bomberdûmana li hemberî taxên berxwedanê, di nava rojê de jî didome. Bi tank, top û obusên li 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan û rêya li derdorê bicihkirî re, bombe li taxên Dîcle, Cûmhûriyet, Îsmetpaşa, Gazîpaşa û Yeşîlyûrtê tên barandin.

Li aliyê din, sewqiyata leşkerî ya ber bi bajêr ve dewam dike.