Bi wesîleya Hefteya Lehengiyê li ser gorên cangoriyan find hatin pêxistin
Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Dêrikê, bi wesîleya Hefteya Lehengiyê, malbatên cangoriyên azadiyê gorên şehîdan ziyaret kirin û find danîn ser goran.

Bi dehan endamên Saziyên Malbatên Şehîdan ên li herêma Girkê Legê û Dêrikê çûn serdana Goristana Şehîd Xebat Dêrik a li bajarê Dêrikê. Malbatan li ser gorên pakrewanan find pêxistin û ew bibîr anîn.
Piştre Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Emîne Abdullah daxuyaniya Saziyê ya der barê Hefteya Lehengiyê de xwend.
Emîne Abdullah got: "Di kesayeta cangoriyên azadiyê Egîd, Mezlûm û Besê de em hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin. Em bi xebat û berxwedana wan ser bilind in. Em soz didin heta dawiyê em ê li ser rêya wan bin."
Piştî daxuyaniyê malbatan dirûşmeyên dilsoziya bi cangoriyên azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re berz kirin û ji goristanê vegeriyan.