Çeteyên Qesrê yên nikarin bi berxwedanê, bombeyan li taxan dibarînin

Çeteyên Qesrê yên bi rojane hewl didin li Nisêbînê bi xerakirina malan re bi pêş de biçin, lê bi gavekê jî bi pêş de neçûne, careke din dest bomberdûmaneke giran kirin.

Li Nisêbîna ku ev 14 roj in êrîşên giran û bomberdûman lê tê kirin, berxwedana hêzên YPS û YPS Jin bê navber dewam dike.

Çeteyê Qesrê bi rojane bi bikaranîna çekên giran, tank, top û hawanan re hewl didin bikevin nava taxan, lê bi gavekê jî bi pêş de neçûne. Her gava hewl dide bikeve nava taxan, ji neçarî xwe vedikişînin.

Li dû şerê giran ê duh, danê êvarê topbaran hat kirin. Ji ber topbaranê gelek xanî xera bûn.

Danê sibehê teqîneke dijwar rû da û piştî vê teqînê, çeteyên Qesrê yên dor li çar aliyên taxan girtine, dest bi bomberdûmanê kirin.

Her wiha ambûlans li herêmê di nava liv û tevgerê de ne. Êrîşên giran ên li hemberî taxên berxwedanê dewam dikin.