Bekir: Tevlîbûna YBŞ û HPG'ê li operasyona Mûsilê gaveke erênî ye
Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê Newzad Bekir got, "Vexwendina hêzên YBŞ û HPG'ê bi awayekî fermî li operasyona Mûsilê, gaveke rast û erênî ye."
Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê Newzad Bekir got, "Vexwendina hêzên YBŞ û HPG'ê bi awayekî fermî li operasyona Mûsilê, gaveke rast û erênî ye."
Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê Newzad Bekir got, "Vexwendina hêzên YBŞ û HPG'ê bi awayekî fermî li operasyona Mûsilê, gaveke rast û erênî ye."
Hevserokê Tevgera Azadî ya Rêxistina Kerkûkê Newzad Bekir ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, hêzên YBŞ û HPG'ê ji sala 2014'an û vir ve têkoşîna herî bi bandor li dijî çeteyên DAIŞ'ê dimeşînin.
Bekir got, "YBŞ'ê bi desteka hêzên HPG û YJA Starê re civaka me ya Êzidî ji qirkirineke mezintir rizgar kir. Tevlîbûna li pêngava azadkirina xaka xwe, rewşeke erênî ye. Divê derdora Şengalê ji çeteyan bê paqijkirin."
'YBŞ Û HPG DI TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ'Ê DE HÊZÊN HERÎ BI BANDOR IN'
Nevzat Bekir destnîşan kir, gelekî girîng e ku hikûmeta navendî ya Iraqê hêzên YBŞ'ê bi awayekî fermî vexwend operasyonê û got, "Weke Tevgera Azadî em gelekî girîng dibînin, ku hikûmeta navendî ya Iraqê bi awayekî fermî YBŞ vexwend operasyona Mûsilê. Ji ber ku YBŞ gelekî li herêmê dijî temsîl dike û vî gelî zerareke mezin ji êrîşên çeteyan dît. Lewma tevlîbûna wan li operasyona azadkirina xaka xwe rewşeke erênî û normal e. Weke ku tê zanîn YBŞ'ê bi desteka hêzên HPG û YJA Starê, xaka xwe ji qirkirinê parast. Niha jî ji bo azadkirina xwişkên xwe yên esîr hatine girtin, weke hêza leşkerî ya Êzidiyan bi awayekî serbixwe tevlî pêngava Mûsilê dibin. Ev pêşketineke erênî ye."
Bekir bal kişand ser girîngiya desteka hêzên HPG û YJA Starê ji bo hêzên YBŞ'ê û got, "Hêzên HPG'ê gelekî girîng û profesyonel in. Li Celewla, Mexmûr, Kerkûk û gelek herêmên din ên Başûrê Kurdistanê destanên mezin ên lehengiyê nivîsand û ji bo ev herêm ji çeteyên DAIŞ'ê bên rizgarkirin, tevî pêşmergeyan di nava ahengiyê de têkoşiyan. Li Şengalê jî bi desteka xwe ya ji bo hêzên YBŞ'ê re ji destpêkê ve di parastina civaka Êzidî de bi roleke mezin rabûn. Di operasyona Mûsilê de desteka wan a ji bo hêzên YBŞ'ê gelekî girîng e."