Endamê Komîteya Rêveberiyên Herêmî ya KCK'ê Raûf Karakoçan Hefteya Lehengiyê nirxand û got, "Eger berxwedana li zîndana nebûya, berxwedana çiyê nedibû. Eger berxwedana li çiyê nebûya, berxwedana me ya gel a îro nedibû. Rewşa ku gelê me îro xwe gihandiye, kevneşopiyeke ji encama wê berxwedanê ye."
Karakoçan destnîşan kir, ku Hefteya Lehengiyê, li dijî zext û îşkenceyên dewleta Tirk a faşîst mêtînger li zîndana Amedê dikir, çirûska destpêkê ya berxwedanê ye.
Karakoçan diyar kir, ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan di 21'ê Adara 1982'an de agirê berxwedanê gur kiriye, ev şehadet bûye destpêka vê kevneşopiyê û şehadeta Egîd (Mahsûm Korkmaz) a 28'ê Adarê jî bûye rojeke din a vê Hefteya Lehengiyê. Karakoçan got, "Weke ku tê zanîn dîrok di serdema jiya ye de watedar dibe. Bêguman li cihekî teng, li nava mercên zîndanê meşandina berxwedana li dijî mêtîngeriyê, bilindkirina ala berxwedanê û radestkirina çanda berxwedanê ji gel re, rewşeke girîng bû. Çalakiyeke girîng a berxwedanê bû. Di nava mercên bi vî rengî de xwedîderketina li vê, xwedîderketina li gel biryareke girîng a berxwedanê ye. Bi pêşengiya hevrê Egîd re vê çanda berxwedanê bandor li çiyê kir û li çiyê hat mezinkirin."
Karakoçan got, "Xeta hevalê Egîd, xeta berxwedanê ya hevalên Mazlûm a li çiyê ye. Hem berxwedana li zîndanê hem jî berxwedana li çiyê, ji aliyê dîroka partiya me ve, meseleya man û nemanê, serdema bersiva li vê digere ye. Bersivek li vê ye." Karakoçan destnîşan kir, ku divê Hefteya Lehengiyê di vê çarçoveyê de bê nirxandin.
Karakoçan da xuyakirin, ku eger berxwedana li zîndanê nebûya, berxwedana li çiyê jî nedibû û got, "Eger berxwedana li çiyê nebûya wê berxwedana me ya gel a îro jî nebûya. Rewşa ku gelê me îro xwe gihandiye, kevneşopiyeke ji encama wê berxwedanê ye. Eger ew kevneşopî nehatibûya destpêkirin, nehatibûya dewamkirin û jîndarkirin, dibe ku îro ewçend destketî derneketibûya holê. Îro li hemberî Kurdan êrîşeke topyekûn heye. Êrîş li hemberî bajaran tê kirin, bajar tên dorpêçkirin. Komkujiyên li nava bajaran dikin. Bi kurtasî em li rewşeke ji aliyê hêzê ve ne wekhev e, rû bi rû ne. Divê em kevneşopiya hevalê Mazlûm a 'berxwedan jiyan e' ji her demê bêhtir bînin bîra xwe û xwedî lê derkevin. Ji bilî vê yekê ti şensê me yê serketinê nîne. Em vê Hefteya Lehengiyê ji her serdemê bêhtir bi mercên şerekî bêeman pêşwazî dikin. Ez vê Hefteya Lehengiyê di serî de li civata me ya partiyê û tevahiya gelê me pîroz dikim. Bi temsîla rastî re em dikarin li hemberî pêkanînên qirkirinê yên mêtîngerî li ser gelê me ferz dike li ber xwe bidin û xwedî li Hefteya Lehengiyê derkevin. Li pêşiya bîranîna şehîdên me, ez bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Vê Hefteya Lehengiyê li gelê me û partiya me pîroz dikim."