Ji bo azadiya Ocalan û aştiyê dawet ji bo Xalfetiyê heye
Ji bo pîrozbahiyên 67. roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li warê wî Xelfetiyê, di pêşengtiya TÛHAD-FED’ê de tevahî gel bi ‘ruhê Newrozê’ dawetî Xelfetiyê hatin kirin.
Ji bo pîrozbahiyên 67. roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li warê wî Xelfetiyê, di pêşengtiya TÛHAD-FED’ê de tevahî gel bi ‘ruhê Newrozê’ dawetî Xelfetiyê hatin kirin.
Têkîldarî pîrozbahiyên 67. roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li navçeya Xalfetî ya Rihayê, Komîteya Amadekar a 4’ê Nîsanê daxuyaniya çapemeniyê da. Rêveberên TÛHAD-FED’ê, Hevseroka DBP’a Rihayê Hîdayet Enmek, Hevserokê HDP’a Rihayê Ridvan Yavûz, hevserokên HDP û DBP’ê yên navçeya Xelfetiyê û aktîvîstên KJA’yê di daxuyaniyê de cih girtin. Daxuyanî li Qada Azadiyê ya 4’ê Nîsanê ku her sal pîrozbahiyên roja rojbûna Ocalan tê lidarxistin hat dayîn.
Li ser navê Komîteya Amadekar Mehmet Temîzyuz têkîldarî pîrozbahiya roja rojbûnê ya îsal bi şîara “Em bi ruhê Newrozê biherikin Amarayê” tê lidarxistin axivî, anî ziman ku amadekariyên wan ên têkîldarî pîrozbahiyan bê navber didomin. Temîzyuz diyar kir ku pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê ya sala 2016’an xwedî rol û mîsyonek cuda ne, destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di roja rojbûnê de li hev bicivin. Temîzyuz bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, bi bîr xist ku bi astengkirina hevdîtinan ve ji ber polîtîkayên şer ên di pêvajoyek salekê de bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe hatine koçkirin, bi hezaran hatine girtin û zêdetirî hezarî jî jiyana xwe ji dest dane.