Li çiyayê Şengalê ji bo 5 şervanên azadiyê merasîma bi heybet
5 şervanên Azadiya Şengalê yên di Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo de şehîd bûn, li Şengalê bi merasîmek heybet hatin oxirkirin.
5 şervanên Azadiya Şengalê yên di Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo de şehîd bûn, li Şengalê bi merasîmek heybet hatin oxirkirin.
Pêngava Tolhildana Şehîdên Şilo ya 11’ê Adarê ji aliyê hêzên HPG û YBŞ’ê ve hat destpêkirin, bi berxwedanek mezin didome. Di çarçoveya pêngavê de di encama şerên dijwar ên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de 5 şervanên azadiyê yên ku şehîd bibûn, bi merasîmek bi heybet hatin oxirkirin.
5 şervan û gerîlayên HPG, YJA Star, YBŞ û YJŞ’ê yên ku di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Şilo di şerên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de gihiştin şehadetê bi merasîmek bi heybet hatin oxirkirin. Ji fermandarên YJŞ’e Dersîm Kobanî di merasîmê de axivî, wiha got; “Îro xakên pîroz ên Şengalê 5 zarokên xwe yên din oxir dike. Ev hevalên me ji dema destpêkirina Pêngava Azadkirina Şengalê û vir ve her tim li eniyên pêş cih digirtin. Hevalên me yên şehîd, di operasyona azadkirina gundê Medîban de heta dawiyê bi lehengî şer kirin. Eger îro gundê Medîban bi temamî azad bibe bi saya van hevalên me yên leheng e. Hevrê Gulçîn, Nûjiyan, Zevîn, Salih û Şoreşger li hemberî dijmin bi lehengî şer kirin û tevlî karwanên şehîdan bûn. Wan ji bo çeteyên DAIŞ’ê nekevin xakên pîroz ên Şengalê xwe feda kirin. Em soz didin heval Salih, Şoreşger, Gulçîn, Nûjiyan û Zevîn wê xwîna wan û ti hevalên me li erdê nemîne. Wê tola hemû şehîdan yek bi yek bê standin.”
Piştî merasîmê cenazeyên 5 şervanên azadiyê bi karwanekî mezin ê wesayitan ve ber bi Şehîdgeha Şehîd Dilgeş-Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê ve birin. Li vir bi merasîmek bi heybet, bi tevlîbûna 350 şervanan û dayikên Şengalê ve her pênç şervanên azadiyê hatin defnkirin.