Li Stewrê 12 cerdevanan ji bo çekdanînê serî li qereqolê dan

Piştî îstifayê cerdevanên li Mehsertê, li gundê Kelapozreşa (Hîsarkaya) yê Stewrê jî 12 cerdevanan ji bo îstifayê serî li Qereqola Jendermeyan a Navçeyê dan.

Piştî îstifayê cerdevanên li Mehsertê, li gundê Kelapozreşa (Hîsarkaya) yê Stewrê jî 12 cerdevanan ji bo îstifayê serî li Qereqola Jendermeyan a Navçeyê dan.

Piştî li gundên girêdayî navçeya Mehsertê ya Mêrdînê 34 cerdevanan wek nerazîbûna li hemberî êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê îstifa kirin û çek danîn, vê carê jî li Stewrê 12 cerdevanan ji bo çekdanînê serî li Qereqola Jendermeyan a Navçeyê dan. 12 cerdevanên ji gundê Kelapozreşa yê Stewrê daxwaznameyên xwe yên îstifayê dan Qereqola Jendermeyan a Navçeyê. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, qereqolê jî bersiva “heta 16’ê Nîsanê rawestin” dane daxwaza îstifayê.