Artêşa Tirk li Nisêbînê li binî da: Dema derbasbûyina konvoya wesayîtan de teqîn
Li Nisêbînê di dema derbasbûyina konvoya wesayîtan a li rêya Cûmhûriyetê de teqînek mezin pêk hat.
Li Nisêbînê di dema derbasbûyina konvoya wesayîtan a li rêya Cûmhûriyetê de teqînek mezin pêk hat.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ya ku berxwedana xwerêveberiyê didome şerên dijwar pêk tên. Li navçeya ku sewqiyata leşkerî didome, di dema derbasbûyina konvoya wesayîtan a li Rêya Cûmhûriyetê de teqîneke mezin pêk hat. Gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin û hê jî şerên dijwar diqewimin.
Ji herêma ku bi dehan wesayîtên zirxî hatine sewqkirin, têkildarî kuştî û birîndaran hê ti agahî nehatin girtin.