KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YPG: 3 çete hatin kuştin
YPG'ê diyar kir, di şerê li herêma Seken Şebabê de 2, di şerê li herêma Eşrefiyê de çeteyek hatin kuştin. -
Polîsan avêtin ser Kongreya DBP'ê ya Ebexê: 7 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk, daliqandina wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hincet nîşan dan û avêtin ser Kongreya DBP'ê ya Navçeya Ebexê. Di serdegirtinê de 7 kes hatin binçavkirin. -
Li Nisêbînê derbeke din li hêzên AKP'ê hat xistin
Li Nisêbînê ku êrîşên hêzên dewleta Tirk di roja 15. de dewam dikin, kepçeyeke din a zirxî ya hewl dida bikeve nava taxa berxwedanê, ji aliyê hêzên YPS'ê ve hat îmhakirin. -
Hevrêyên fermandar Egîd: Em ê têkoşîna wî mezin bikin
Di salvegera 30. a şehadeta xwe de yek ji fermandarên pêşeng ên PKK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) ji aliyê hevrêyên xwe ve hat vegotin. -
Dewleta Tirk ji 3 aliyan ve bombeyan li Geverê dibarîne
Hêzên dewleta Tirk bi awayekî bêperwa êrîşî Geverê dikin. Li Geverê ku berxwedan di roja 16. de ye, ji 3 aliyan ve taxên Cûmhûriyet û Gungorê tên bombekirin. -
Alûş: Federalîzm ne parçekirin e, lê bersiva li parçebûnê ye
Endamê Komîteya Têkiliyan a TEV DEM'ê Omer Alûş da xuyakirin, ku çawa wan ji şoreşê re pêşengî kir, ew ê ji çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê re jî pêşengiyê bikin. -
Şervanê YPG'ê Botan Kobanê: Fermandar Egîd ruhê şoreşgerî û Apoyî ye
Şervanê YPG'ê Botan Kobanê bi wesîleya Hefteya Lehengiyê bang li ciwanên Kurd kir, ku têkoşîna şoreşgerî mezin bikin. -
Komîteya Rêveber a PKK'ê şehîdên meha Adarê bibîr anî
Komîteya Rêveber a PKK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, 16 gerîlayên di meha Adarê de li nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurd şehîd ketin, bibîr anî. -
20 cerdevanên din ji bo îstifayê serlêdan kirin
20 cerdevanên li gundê Deywan ê Kerboranê, ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê şermezar bikin, daxwaznameyên îstifayê pêşkêş kirin. -
Cebilxaneya DAIŞ'ê ya di pêngava Medîbanê de hat bidestxistin
Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê duh bi daxuyaniyeke nivîskî encama pêngava Medîbanê eşkere kiribû û ragihandibû, ku di vê pêngavê de 107 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. -
Çeteyên AKP/Qesrê yên nikarin bikevin nava taxan, bomberdûmanê dikin
Li Şirnexê duh tevahiya şevê bomberdûman hat kirin. Ji maşînên zirxî jî gule li taxên bend û xendek lê ne, hatin reşandin. Êrîşên çeteyên AKP/Qesrê yên xwestin bikevin nava taxan ji aliyê YPS û YPS Jin ve hatin şikandin. -
'Cerdevan Fîdan ji aliyê leşkeran ve hat kuştin'
Cerdevanê bi navê Abdullah Fîdan ê li Şirnexê jiyana xwe ji dest da, tê gotin ji aliyê leşkeran ve hatiye kuştin. -
Li Sêweregê teqîn: Gelek leşker birîndar bûn
Li Sêweregê di dema derbasbûna maşîna leşkerî de teqînekê rû da. Li gorî agahiyên destpêkê, di bûyerê de gelek leşker birîndar bûne. -
Bomberdûmana li Nisêbînê heta ber destê sibehê dewam kir
Li Nisêbîna ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin, ji duh bi şev heta ber destê sibehê, bênavber bomberdûman hat kirin. -
'Bi azadiya Ocalan re jiyana hevpar dikare bê avakirin'
Hevserokê HDP û DBP'ê yên Rihayê bang li her kesî kirin ku di rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bên Xelfetiyê. Hevserokan destnîşan kirin, ku bi azadiya Ocalan re jiyana azad dikare were avakirin. -
Şervana TKP-ML TÎKKO Dêrsim: Hevrê Egîd Spartakusê hemdem e
Şervana TKP-ML TÎKKO Pale Dêrsim, yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Mahsûm Korkmaz (Egîd) weke 'Spartakus ê hemdem' pênase kir. -
Muzeya Wanê ev 5 sal in li gel girtî ye
Berhemên dîrokî yên hezaran salî li Muzeya Wanê dirizin. Muzeya ku ev berhemên dîrokî lê tên ragirtin, ev 5 sal in li ziyareta gel girtî ye. -
Qeymeqamtiya Tirk a li Cizîrê hewl dide terora dewletê mafdar nîşan bide!
Qeymeqamtiya Tirk a li Cizîrê bi rêya mele, midûrên dibistanê û keyayên hin taxan hewl dide, terora ku hêzên dewleta Tirk li navçeyê kirin, mafdar nîşan bide. -
Dirûngeha gerîla di nava şer de jî dixebite
Dirûngeha li qadên gerîla, tevî şert û mercên herî giran ê şer jî, karê xwe bênavber didomîne. Gerîlayên li dirûngehê dibêjin, di nava her şert û mercî de ew ê xizmetê ji hevrêyên xwe re bikin. -
Artêşa Tirk xwezaya Kurdistanê her talan dike
Balafirên şer ên Tirk di her êrîşê de zerarê didin xwezaya Kurdistanê. Ji ber bomberdûmana li herêma Garê hat kirin, darên emrê xwe sedan sal e, şewitîn, tine bûn. -
Fermandar Egîd li Kurdistanê xeta gerîla afirand
Ji fermandarên HPG'ê Sadûn Sûrûç diyar kir, fermandarê pêngava 15'ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz (Egîd), li Kurdistanê xeta gerîla afirandiye û destnîşan kir, ku perspektîfa wî ya şer roja îro ronî dike. -
Li Serêkaniyê teqîn: Jinekê jiyana xwe ji dest da, 2 kes birîndar bûn
Di encama teqîna li Serêkaniyê de jinekê jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn. -
Li Nisêbînê 2 tîmên taybet hatin kuştin
2 tîmên taybet ên danê nîvro bi komek tîmên taybet re di encama teqînê de di bin xurdeyên avahiyeke li Nisêbînê de mabûn mirin. -
Li Amedê şerên dijwar
Li Taxa Şehîtlîk a Amedê bi êrîşên Çeteyên Qesrê a li hemberî çalakiya ciwanan şer derket û piştre dengê teqîn û çekan bilind bû. -
Çeteyên Qesrê li Hezexê malan dişewitînin
Çeteyên Qesrê li navçeya Hezexê şewitandina dikan û xaniyan berdewam dikin. Berê jî gelek xanî û kargeh wêran kiribûn û talan kiribûn.