Şervanê YPG'ê Botan Kobanê: Fermandar Egîd ruhê şoreşgerî û Apoyî ye
Şervanê YPG'ê Botan Kobanê bi wesîleya Hefteya Lehengiyê bang li ciwanên Kurd kir, ku têkoşîna şoreşgerî mezin bikin.
Şervanê YPG'ê Botan Kobanê bi wesîleya Hefteya Lehengiyê bang li ciwanên Kurd kir, ku têkoşîna şoreşgerî mezin bikin.
Şervanê YPG'ê Botan Kobanê bi wesîleya Hefteya Lehengiyê bang li ciwanên Kurd kir, ku têkoşîna şoreşgerî mezin bikin.
Hefteya 21-28'ê Adarê, ji aliyê gelê Kurd ve weke 'Hefteya Lehengiyê' tê pênasekirin. Hefteya Lehengiyê li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera Kurd lê dijîn bi çalakiyên cihêreng û merasîmên bîranînê derbas dibe.
Şervanê YPG'ê Botan Kobanê di şexsê cangoriyên Til Hemîs, Til Temir û Şengalê de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bibîr anî. Kobanê destnîşan kir, ku meha Adarê li Kurdistanê roja man û nemanê ye.
Botan Kobanê li ser Hefteya Lehengiyê bersiv da pirsên ANF'ê.
Di îspatkirina hebûna gelê Kurd de rola lehengiyê çi ye?
Rastiya lehengiyê beriya her tiştî ji bo gelekî dîroka ji nû ve afirandina hebûna xwe ye. Di nava gelek gelên cîhanê de kêliyê dîrokî hene. Eger gelek derdikeve ser dika dîrokê, hingî pêşengên wî gelî dibe lehengên wan. Wekî din, eger gelek bi tinebûnê re rû bi rû ye, bi xeteriya qirkirinê re rû bi rû ye, dema hinek rabe li dijî vê koledariyê derkeve û rêya azadiyê nîşanî gel bide, hingî ew kes lehengê vî gelî ne. Di wê demê de ev rastî neyê dîtin jî, dîrok wê wê kêliya dîrokî ti carî ji bîr neke. Yên ku di vê oxirê de canê xwe fedakirin û rêya azadiye vekirin, mafê wan e ku bi navê lehengiyê werin bîranîn.
Fermandar Egîd ji bo we tê çi wateyê?
Fermandar Egîd ruhê şoreşgerî û Apoyî ye, ku li hemberî faşîzmê li ber xwe da. Di heman demê de afirînerê hêza mirovahiyê ya têk naçe, ye. Şoreşa Rojava pratîka şerê şoreşgerî û rêya azadiyê ya fermandar Egîd vekiriye. Ji ber vê yekê fermandar Egîd ji bo min tê wateya hevrêtî, hezkirin, dilsozî, hostabûyîna di taktîkê de, pratîka şerê şoreşgerî, kûrbûna bîrdozî û xwedîsîplînkirinê.
Di nava têkoşîna îro li çar parçeyên Kurdistanê tê emşandin û rastiya bi Şoreşa Rojava re derketiye holê de, rastiya lehengiyê dibe xwedî kîjan wateyê?
Bi YPG'ê re gelê Kurd îro serdemeke lehengiyê dijî. Berxwedana li Kobanê derket holê û sekna li dijî faşîzmê hat nîşandan bandor li tevahiya mirovahiyê kiriye. Wekî din li gelek herêmên din ên Rojava berxwedaneke bi heman rengî hat nîşandan û ev ji mirovahiyê re bû çavkaniya îlhamê. Halbûkî her kes baş dizane; li herêmeke teng a mîna Rojava, li erdnîgariyeke ewçend dûz, seknal li hember hêz û teknîkên mezin ancax bi 'teslîmbûnê' re pêkan e. Di rewşeke berevajî de hêzên serdest û xurt, gel tepisandine û tine kirine. Lê em îro dibînin, Rojava bi rengekî ku li cîhanê nehatiye dîtin, li dijî faşîzmê weke wijdanê mirovahiyê têdikoşe û li ber xwe dide. Û ya ku vê berxwedanê xurt dike jî dilsoziya bi şehîdan re ye. Dewlet ji ber çeteyên DAIŞ'ê reviyan û rojekê îdare nekirin, Her wiha endam û rayedarên PDK û ENKS'ê ku ji xwe re dibêjin Kurd in, nikarîbûn derkevin hemberî DAIŞ'ê, reviyan û li Hewlêr, Duhok, Stenbol, Îzmîr, Enqere û Antalyayê jiyan, dijîn. Lê jin û mêrên leheng berxwedaneke efsanewî nîşan dan. Ya ku di şexsê van jin û mêrên leheng de derketiye holê, taybetmendiya lehengiyê ya gelekî ye. Lehengiyê li nava Şoreşa Rojava ne çend leheng derxist holê. Vê şoreşê rastiya gelekî leheng nîşan da û gotina lehengiyê malî gel kir.
Herî dawî peyamek we ji bo ciwanên Kurdistanê heye?
Ez hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî, minetdarî û hesretê bibîr tînim û bi wesîleya Hefteya Lehengiyê bang li ciwanên Kurdistanê dikim ku sekneke li gorî pêvajoya dîrokî ya li çar parçeyên Kurdistanê nîşan bidin, li ser bingeha dilsoziya bi şehîdan re tevbigerin, li dora şehîdan hîn bêhtir li hev bicivin û bi ruhê pêşengên şoreşger tevlî refên têkoşînê bibin.