20 cerdevanên din ji bo îstifayê serlêdan kirin

20 cerdevanên li gundê Deywan ê Kerboranê, ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê şermezar bikin, daxwaznameyên îstifayê pêşkêş kirin.

20 cerdevanên li gundê Deywan ê Kerboranê, ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê şermezar bikin, daxwaznameyên îstifayê pêşkêş kirin. Cerdevanan daxwaznameyên xwe radestî qeymeqamtiya Tirk a li Kerboranê kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, Fermandarê Jendermeyên Tirk ên li Kerboranê çû gundê Deywanê û ji cerdevanan xwest tevlî êrîşên qirkirinê yên li Nisêbînê bibin. Cerdevanan dan xuyakirin, ku ew ê tevlî operasyonan nebin. Cerdevan li hev kom bûn, daxwaznameya îstifayê nivîsandin û radestî qeymeqamtiya Tirk a li Kerboranê kirin.