BI DÎMEN

Hevrêyên fermandar Egîd: Em ê têkoşîna wî mezin bikin

Di salvegera 30. a şehadeta xwe de yek ji fermandarên pêşeng ên PKK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) ji aliyê hevrêyên xwe ve hat vegotin.

Milîsê bi navê Yasîn Kabûl, ji destpêka sala 1984'an heta sala 1985'an bi Mahsûm Korkmaz re ma. Kabûl bi van gotinan qala Korkmaz dike:

"Beriya her tiştî, di salvegera 30. a şehadeta wî de ez hevalê Egîd bi rêzdarî bibîr tînim. Careke din soz didim ku ez ê bi bîranîna wî re dilsoz bim. Min hevalê Egîd di sala 1984'an de nas kir. Bi kesayetiya xwe re mirov ber bi xwe, ber bi rêxistinê ve dikişand. Min her tim dixwest li cem hevalê Egîd bim. Hevalê Egîd ji aliyê her kesî ve gelekî dihat hezkirin. Bi me re timî li ser rêxistinê û têkoşînê daxivî. Ji bilî azadiyê ti lêgerîneke hevalê Egîd tine bû. Di her gava hevalê Egîd de zanebûn hebû. Fermandarek bû, her tişt ji her alî ve dinirxand, hesabê hemû detayan dikir. Dema di rêyekê de em dimeşiyan, hesabê her tiştê derkeve pêşiya me dikir. Tedbîr digirt. Şehadeta hevalê Egîd li me hemûyan giran bû. Heta ku bijîm ez ê ti carî Hevalê Egîd ji bîr nekim. Ji ber ku ew bi rastî jî milîtanek bû. Û em ê ruhê wî her tim bidin jiyîn."

Kabûl herî dawî ragihand, ku ew ê bi têkoşîna Korkmaz re dilsoz be û bang li gelê Kurd kir, ku têkoşîna wî mezin bike.

'HETA GOREYA XWE JÎ PARVE DIKIR'

Milîsekî din ê bi Korkmaz re ma, Cemîl Egîd Kabûl e. Kabûl got, "Beriya her tiştî ez hevrê Egîd di salvegera şehadeta wî de bibîr tînim. Soz didim ku ez ê ji aliyê xwe ve têkoşîna wî mezin bikim. Hevalê Egîd bi gotinan nayê vegotin. Ji bo mirov ruhê wî yê şoreşgerî bibînin, divê pê re bijîn. Hevalê Egîd xwedî gelek taybetmendiyan bû. Yek ji van jî ji hemû mirovan re hevrêtî dikir. Cudahî nedixist navbera mirovan û herî zêde bi mirovên ji partiyê dûr re eleqedar dibû, ew ber bi partiyê ve dikişand."

Kabûl da zanîn, ku Egîd mirovekî fedaî bû û got, "Fedaîtiya wî li her derê dihat dîtin. Hevalê Egîd rojekê goreya xwe ji pê kir û da hevalekî din. Min jê re got, 'ya te jî nîne'. Wî jî got, 'bila ya hevrêyê min hebe, tişt bi min nayê'. Timî fedekariyên gelekî mezin dikir. Xwedî vîneke gelekî mezin bû. Di têkoşîna xwe de ti astengî nas nedikir."

Kabûl di dawiya axaftina xwe de got, "Em ê hevrê Egîd ti carî ji bîr nekin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe ez ê bi vê dozê re dilsoz bim."