Li Serêkaniyê teqîn: Jinekê jiyana xwe ji dest da, 2 kes birîndar bûn

Di encama teqîna li Serêkaniyê de jinekê jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn.

Îşev bi saeta herêmî saet nêzî 21.10’an li cadeya Kînayes a Serêkaniyê teqînek dijwar pêk hat. Li gor şahidên bûyerê, dema jinek bi hevser û zarokekî xwe re li cadeya Kînayes dimeşiyan, paketeke li erdê dema xwestiye rake teqiyaye. Di encama teqînê de jinê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, hevser û zarokê wan jî birîndar bûn. Yên li derdor birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Tîmên asayîşê têkîldarî teqînê li cihê bûyerê lêkolînan dikin. Hate hînbûn ku têkîldarî bûyerê lêpirsînê destpê kiriye.