Bomberdûmana li Nisêbînê heta ber destê sibehê dewam kir
Li Nisêbîna ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin, ji duh bi şev heta ber destê sibehê, bênavber bomberdûman hat kirin.
Li Nisêbîna ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin, ji duh bi şev heta ber destê sibehê, bênavber bomberdûman hat kirin.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê qedexeya derketina derve di roja 15. de ye. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji ber derbên giran ên hêzên YPS'ê, acizî û aloziya di nava hêzên dewleta Tirk ên tevlî operasyonan dibin de mezin dibe.
Li Nisêbînê, duh yek jê serpel herî kêm 5 endamên tîmên taybet ên Tirk hatibûn kuştin, gelek jî birîndar bûbûn.
Piştî çalakiyên duh êvarê yên li hemberî maşînên zirxî, hêzên dewleta Tirk dest bi bomberdûmanê kirin û vê êrîşê heta ber destê sibehê bênavber dewam kir.
Ji ber bomberdûmanê xisar li gelek xaniyan bû.