Şervana TKP-ML TÎKKO Dêrsim: Hevrê Egîd Spartakusê hemdem e
Şervana TKP-ML TÎKKO Pale Dêrsim, yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Mahsûm Korkmaz (Egîd) weke 'Spartakus ê hemdem' pênase kir.
Şervana TKP-ML TÎKKO Pale Dêrsim, yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Mahsûm Korkmaz (Egîd) weke 'Spartakus ê hemdem' pênase kir.
Şervana TKP-ML TÎKKO Pale Dêrsim, yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Mahsûm Korkmaz (Egîd) weke 'Spartakus ê hemdem' pênase kir.
Dêrsim bibîr xist, ku di dema her kes hatine bêdengkirin de, leheng mîna alekê, bi cihê rengiyên xwe re, mîna stranekê, mîna bîrdariyeke berxwedanê derdikevin holê û li dijî zaliman disekinin.
Dêrsim got, "Mahîr Çayan di dema xwe de bû pêşeng. Bi nêrînên xwe, bi pratîka xwe û bi çalakiyên xwe re em Mahîr Çayan weke pêşengekî rê vekir, dibînin. Û ji ber vê yekê, lehengî mafê wî ye. Ji ber ku rêyek vekir, di rêyekê de meşiya, di wir de siberoj û azadî xwest, ew hêjayî lehengbûyînê ye."
Pale Dêrsim da xuyakirin, ku Mahsûm Korkmaz (Egîd) jî li dijî zilm û barbariya 12'ê Îlonê, di demeke ku hewl dihat dayîn daxwaza azadiyê ya gelekî bi beton bê nixumandin, weke gerîlayekî ev peton şikand, derket holê.
Dêrsim got, "Hevrê Egîd, bi çeka xwe li dijî tank, top û maşînên zaliman sekinî û daxwaza azadiyê bilind kir. Em Egîdan weke Spartakusên hemdem, weke Che Gûevara yê hemdem, weke Emîlîano Zapata yê hemdem qebûl dikin. Fermandar Egîd ne tenê di dil û mejiyê gelê Kurd de jiya. Fermandar Egîd di dil, mejiyê hemû gelên li azadî û rastiyê digerin de jiya û di têkoşîna wan de dijî."
Dêrsim işaret bi Mehmet Tûnç ê li Cizîrê ji aliyê dewleta AKP/Erdogan ve hat qetilkirin kir û got, "Mehmet Tûnç mîna Kawayekî hemdem e. Mehmet Tûnç barhilgirê azadiyê yê roja îro ye. Di demeke ku hewl hat dayîn daxwaza azadiyê ya gelê Kurd bi betonkirinê were nixumandin de Mehmet Tûnç mîna berfînê beton qelaşt û bi rola Kawayekî hemdem rabû."
Dêrsim herî dawî got, "Bi wesîleya Hefteya Lehengiyê ez Bêrîtanan, Zîlanan, Arîn Mîrkanan, Barbarayan, Mazlûman, Hakiyan, Kaypakkayayan, Orhan Yilmazkayayan bi rêzdarî bibîr tînim û dilsoziya xwe bi bîranînên wan re careke din dubare dikim."