Muzeya Wanê ev 5 sal in li gel girtî ye

Berhemên dîrokî yên hezaran salî li Muzeya Wanê dirizin. Muzeya ku ev berhemên dîrokî lê tên ragirtin, ev 5 sal in li ziyareta gel girtî ye.

Dîroknas nivîskar Îhsan Colemêrgî da xuyakirin, ku ji bo nehêlin gelê Kurd dîroka xwe hîn bibe muze hatiye girtin.

Li Wanê, karê çêkirina muzeya nû dewam dike. Lê belê berhemên dîrokî yên ji hezaran salî li Muzeya Wanê ya kevin tên rizandin. Muze di sala 2011'an de piştî erdheja mezin hat girtin û ji hingî ve nehat vekirin. Bi vî rengî, berhemên dîrokî yên ji hezaran salî, li ziyareta gel hat girtin.

Rewşa girtî ya Muzeya Wanê rê li ber nerazîbûnan vedike. Dîroknas nivîskar Îhsan Colemêrgî diyar kir, berhemên dîrokî yên ji hezaran salî, ku şahidî ji dîrok, şaristanî û çanda Kurdan re kirine, ji gel tên veşartin û ev yek ne ya bê qebûlkirin e.

Colemêrgî diyar kir, berhemên li Muzeya Wanê tên rizandin û destnîşan kir, ku divê ev berhem derhal li ziyareta gel û tûrîstan bên vekirin.

Dîroknas nivîskar Îhsan Colemêrgê der barê mijarê de agahî da me û da zanîn, ku li Muzeya Wanê gelek berhemên dîrokî yên dewlemend hene. 

Colemêrgî got, "Ev berhem vê yekê nîşanî me didin; Dîrok û şaristaniya Kurdan çiqasî dewlemend e. Li gorî qeydên fermî li Muzeya Wanê bi hezaran berhemên dîrokî hene."

Colemêrgî bibîr xist, ku ji nivîsên serdema Ûrartûyan heta wêneyên li ser teht ên serdema Neolîtîkê, heta Quranên serdemên cuda yên bi destan hatine nivîsandin, gelek berhemên dîrokî li muzeyê hene.

BI ZANEBÛN NAXWAZIN GELÊ KURD HÎNÎ DÎROKA XWE BIBE

Colemêrgî ragihand, bi girtina muzeyê re dixwazin gelê Kurd dîroka xwe hîn nebe û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev bi zanebûn têkirin. Van berheman ji gel vedişêrin. Ji ber ku gelê Kurd xwedî şaristaniyeke gelekî dewlemend e. Di herikîna dîrokê de gelek şaristaniyên mezin û dewlet ava kirine. Kurdan bi van şaristaniyan re mîrateyeke dewlemend ji gelê Kurd û şaristaniya cîhanê re hiştine. Bi salan e bi hincetên pûç hewl didin vê şaristaniyê ji gel veşêrin. Ev rewşeke gelekî neyînî ye. Ev pêkanîna rayedaran ne ya qebûlkirinê ye."