Polîsan avêtin ser Kongreya DBP'ê ya Ebexê: 7 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk, daliqandina wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hincet nîşan dan û avêtin ser Kongreya DBP'ê ya Navçeya Ebexê. Di serdegirtinê de 7 kes hatin binçavkirin.
Polîsên Tirk, daliqandina wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hincet nîşan dan û avêtin ser Kongreya DBP'ê ya Navçeya Ebexê. Di serdegirtinê de 7 kes hatin binçavkirin.
Polîsên Tirk ên avêtin ser Kongreya DBP'ê ya Navçeya Ebexê, Hevserokên navçeyê jî di nav de 7 kes binçav kirin.
Kongre li Salona Sporê ya Arena ya Ebexê pêk hat û Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer, endamên Meclîsa Partiyê ya DBP'ê tevlî bûn.
Bi destpêkirina kongreyê re polîsên Tirk ketin hundirê salonê û xwestin posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê danîn.
Wezîfedarên Kongreyê diyar kirin, ku piştî kongreyê ev yek pêkane, lê polîs yekser ketin hundir. Polîsan 7 kes binçav kirin û posterê Ocalan bi xwe re birin.
Aloziya li navçeyê dewam dike.