Dewleta Tirk ji 3 aliyan ve bombeyan li Geverê dibarîne
Hêzên dewleta Tirk bi awayekî bêperwa êrîşî Geverê dikin. Li Geverê ku berxwedan di roja 16. de ye, ji 3 aliyan ve taxên Cûmhûriyet û Gungorê tên bombekirin.
Hêzên dewleta Tirk bi awayekî bêperwa êrîşî Geverê dikin. Li Geverê ku berxwedan di roja 16. de ye, ji 3 aliyan ve taxên Cûmhûriyet û Gungorê tên bombekirin.
Berxwedana li navçeya Geverê ya li dijî êrîşên hêzên dewleta Tirk ev 16 roj in dewam dike. Hêzên YPS û YPS Jin bênavber li dijî êrîşên hêzên dewletê yên bi tank û topan di ber xwe didin.
Tevî ku hêzên dewleta Tirk ji 3 aliyan de bi tank û topan êrîşî taxan dikin jî hêzên parastinê destûr nadin hêzên dewletê têkevin nava taxan. Hêzên dewleta Tirk ku rastî berxwedana parastinê tên di demên dawî de êrîşên li ser taxên Cûmhûriyet (ZagrosI û Gungorê zêde kirine. Hêzên girêdayî Tabûra Efeler û Fermandariya Alayê û li ser rêya Şemzînanê bi tank û topan taxan bombe dikin.
Ji ber hêzên dewletê bi tank û topan êrîşî taxan dike bi sedan xanî hatin xerakirin. Yekîneyên agirkujê ku xwestin têkevin taxan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin astengkirin.