Komîteya Rêveber a PKK'ê şehîdên meha Adarê bibîr anî
Komîteya Rêveber a PKK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, 16 gerîlayên di meha Adarê de li nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurd şehîd ketin, bibîr anî.
Komîteya Rêveber a PKK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, 16 gerîlayên di meha Adarê de li nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurd şehîd ketin, bibîr anî.
Di daxuyaniya komîteyê de 39 kesên di 27'ê Adara 1994'an de ji ber bomberdûmana artêşa Tirk a li gundê Zîver ê Dihê û Beşuke yê Şirnexê hatin qetilkirin bibîr anî û destnîşankirin ku hesabê hemû komkujiyan wê bê pirsîn.
Daxuyaniya komîteyê bi vî rengî ye:
"Şehîdên me dema jiyana xwe bêdawî dikin, bi rêya datînin pêşiya me û bi berxwedana hînî mîlyonan dikin re, ji me yên man e re rê û rêbaza berxwedanê nîşan didin û fermana berxwedaneke mezintir didin me. Pêwîste ev wezîfeyên ji me re hatine hiştin, derhal bi cih werin anîn. Encamên bi bicihanîna van wezîfeyan re derkevin holê, bêguman wê siberoja azad a gelê me ewle bikin. Berpirsyariya sereke ya serdemê ye, ku dem û firsend bi berxwedaneke rêxistinbûyî re biin yek û li ser bingeha xwerêveberiyê ev yek veguhere çalakiyê.
Şehîdên PKK'ê di navbera serdema berê û ya nû de pira herî qewîn e. Rêbaza serketinê ya serdema nû wê bi meşa ji vê pirê re bê bidestketin. Sedema mezinahiya berxwedan û şehadetên wan, encamên dîrokî yên ji aliyê wan hatine afirandin e. Bi taybetî şehîdên lehengî û berxwedanê yên meha Adarê, îspata serketina di xeta fedaîtiyê de ne. Weke şopdarên Mazlûm, Zekiye, Bêrîvan-Rohanî û Rahşanên xwe di xeta rêbertî de bi rêxistin kirine, em di pêvajoyeke biharê de ne, ku em ê jiyana azad û demokratîk ava bikin. Dilsoziya me ya bi şehîdên berxwedanê re mezin e. Li ser milê her yekî ji me wezîfeyên giran hene. Şertê bicihanîna van wezîfeyan ew e, ku em bi ruhê şehîdên xwe yên Newrozê re van mercên dîrokê pêşkêşî me kirine bi rêbaza çalakiyê veguherînin hêza şer a gel û bi vî rengî azadiyê ji nû ve bafirînin.
Di serî de, em di şexsê heval Mahsûm Korkmaz (Egîd) 'Afirînerê destpêkê yê nirxên gelê me' hemû şehîdên meha Adarê bi rêzdarî bibîr tînin û destnîşan dikin, ku em serbilind in; şerê fermandarê me yê destpêkê yê artêşa me ya neteweyî li çiyayên Kurdistanê destpê kir, îro bi têkoşîna xwerêveberiyê re digihînin asta serketinê.
Li gorî vê yekê;
Ji şehîdên me yên dema partîbûnê hevrê Sedat Alkan ê li Yozgatê ji dayik bû û di sala 1977'an de tevlî bû, di sala 1980'î de ji aliyê hêzên noker ve bi zexelî hat qetilkirin. Hevrê Sedat ku yek ji afirînerên xeta serketinê ya PKK'ê ye, em wî bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê xeta wî ya berxwedanê bi serketinê re tacîdar bikin.
Hevrê Zinar-Aydin Koçak ê ji navçeya Amed Liceyê, di 18'ê Adara 1987'an de ji ber îxbareke bi zexelî di şer de tevî 3 hevalên xwe şehîd ket. Em hevrêyên xwe yên bi vîna 'Ya jiyaneke azad ya jî hîç' tevgeriyan bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û destnîşan dikin ku bi hişmendiya 'berxwedan wê rê li ber serketinê veke' em ê bersivê bidin bîranînên wan.
Hevrê Îslmet Çelîk ê ji Narînec ya Semsûrê, di 26'ê Adara 1988'an de li Çamlica ya Semsûrê di şer de şehîd ket. Li ber bîranîna wî em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û dibêjin, bi rêveberiyên xweser ên demokratîk re em ê bibin bersiv.
Hevrêyê me Nadir-Erhan Aydar ê ji Êlihê, ku di sala 1982'an de tevlî bû, di 19'ê Adara 1991'ê de li Dezvanê şehîd ket. Hevrê Nadir temsîliyeta pratîkê ya milîtaniya pêşeng di xeta rêbertî de nîşan da. Em bi rêzdarî wî bibîr tînin û ji bo bibin şopdarên rêya wan em soza milîtaniyê didin.
Hevrê Besê-Mîrke Ulper a ji Qilabanê, di sala 1990'î de tevlî bû, di 27'ê Adara 1991'ê de li Zagrosan gihîşt şehadetê. Em hevrêya xwe ya ku nûnera milîtaniya nasnameya jina azad e, bi rêzdarî bibîr tînin û destnîaşn dikin, ku di rêya afirandina civaka azad de em ê têkoşîna xwe xurtir bikin.
Di 16'ê Adara 1992'an de hevrêya me Eylem-Gulnaz Tîlek a ji Dêrsim-Pulurê a di sala 1991'ê de tevlî, ji ber êrîşa dijmin şehîd ket. Di şexsê hevala Eylem de em soz didin hemû jinan, ku bi pêşengiya jinên herî zêde dibin hedefa faşîzmê, em ê jiyana azad bafirînin û bibin milîtanên projeya yekane ya Rêber Apo.
Di 16'ê Adara 1993'an de hevrê Nasir-Mûstafa Îper ê ji Bazarcixê û di sala 1990'î de tevlî bû, bi 3 hevalên xwe re li herêma Bozlarê di şer de gihîşt şehadetê. Em soz didin hevrê Nasir, ku em ê jiyana wî di oxira wê de canê xwe feda kir, demokratîk û azad bikin. Em Nasir û sê hevalên xwe yên şehîd bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.
Hevrê Xanim-Guzel Fehîmlî ya ji Pazarcixê, ku di sala 1992'an de tevlî bû, di 18'ê Adara 1993'an de di şerê li herêma Bozlarê de tevî 3 hevalên xwe şehîd ket. Hevrêya me Xanim ku mîna navê xwe bi bedewî jiya û bi rûmetdarî têkoşiya, em wê bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û dibêjin, ku bi avakirina civaka demokratîk re em ê bersivê bidin şehadeta wê.
Hevrê Karker-Nîhat Dundar ê ji Wanê, ku di sala 1993'an de tevlî bû, di 22'ê Adara 1994'an de di şerekî li Çiyayê Agirî de şehîd ket. Yên ku îdîa kirin 'Kurdistana Xeyalî li Çiyayê Agirî binaxkirin e', wê vê biharê bi kabûsa Kurdistana Demokratîk û Xweser hişyar bibin. Em hevrê Karker, ku ji bo xeyalan bike rastî têdikoşiya, bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe didin ku em ê Kurdistana Xweser li gorî fermana şehîdên xwe ragihînin.
Hevrê Bahoz-Nezîr Mûhammed Devran ê ji Helebê ye û di sala 2992'an de tevlî bû, di 20'ê Adara 1995'an de li geliyê Hiror Zendûra (Metîna) di şerê ji ber operasyona tinekirinê ya artêşa Tirk a dagirker ku navê 'Operasyona Çelîk' lê kiribû, tevî 9 hevalêna xwe gihîşt şehadetê. Ji bo bîranîna wan em soz didin, ku em ê xeta Konfederal a Demokratîk li her devera Kurdistanê serdest bikin.
Di 22'ê Adara 1995'an de hevrê Dijwar-Rahmî Erdem ê ji Elkê û di sala 1993'an de tevlî bû, di serdegirtina Girê Soranserê de bi lehengî li ber xwe da û gihîşt şehadetê. Li pêşberî bîranîna wî em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û biryardariya xwe ya azadkirina gir, çiya û tevahiya Kurdistanê diyar dikin.
Hevrê Xeyrî-Îbrahîm Akyol ê bi eslê xwe ji Çewlikê ye, li Elmanya ji dayik bû û di sala 1996'an de tevlî bû, di 31'ê Adara 1998'an de li Hatay-Erzînê, ku bi birîndarî ket destê dijmin, sir neda dijmin û di encama berxwedana xwe de gihîşt şehdaetê. Li hemberî îşkencekarên herî barbar ên cîhanê, hevrê Xeyrî bi vîna milîtaniya Apoyî li ber xwe da. Em hevrê Xeyrî bi rêzdarî bibîr tÎnin û soza xwe dubare dikin ku em ê hesab ji hemû faşîstên îşkencekar bipirsin.
Hevrê Adnan-Şêxo Çolak ê ji Riha-Xelfetiyê, ku di sala 1990'î de tevlî bû, di 17'ê Adara 1999'an de di şerekî li Şemrexê de gihîşt şehadetê. Hevrê Adnan vegotina bi biryar a vegera li welêt bû. Em wî bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û soza xwe ya welatekî azad, dubare dikin.
Hevrê Arya-Fîgen Yuksek a li Stenbolê ji dayik bû, bi eslê xwe ji Gimgimê ye û di sala 1993'an de tevlî bû, li navçeya Çewlik Dara Hênê di 27'ê Adara 1999'an de tevî du hevalên xwe di şer de şehîd ket. Em vê hevrêya xwe ya ku sembola ebedîbûyîna bi berxwedanê re ye, bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe ya dilsoziya pê re dubare dikin.
Hevrê Karker Ciwanro-Kawan Îbrahîm ê ji Silêmanî û di sala 1997'an de tevlî bû û hevrê Rebîn Ronahî-Arman Katûranî yê ji Sineyê û di sala 2003'an de tevlî bû, Di 25'ê Adara 2006'an de ji ber êrîşeke bi çekên kîmyewî tevî 12 hevalên xwe li Şenyayla ya Mûşê gihîştin şedadetê. Em ê van komkujiyên bi rêbaza kirêt û bê exlaq ên dijmin hatin kirin, ti carî ji bîr nekin. Em van hevalên xwe yên ku rê li ber serhildana Amedê ya dîrokî vekirin, bi rêzdarî bibîr tînin.
Hevrê Rûken Hesekê-Ronahî Elî a li Hesekê ji dayik bû û di sala 1999'an de tevlî bû, di 31'ê Adara 2006'an de di şerekî li Çiyayê Cûdî de heta fîşeka xwe ya dawî li ber xwe da û şehîd ket. Hevrê Rûken vîna jina Kurd a azade ku ti carî teslîm nayê girtin. Em wê bi rêzdarî bibîr tînin û sozê didin ku m ê Şoreşa Rojava bi Şoreşa Bakur re bigihînin hev û bi ser bixînin.
Her wiha em 23 welatiyên xwe yên di 27'ê Adara 1994'an de li gundê Zîver ê Dihê di bomberdûmana namerdî ya dijmin de hatin qetilkirin; 16 mirovên me yên heman rojê û heman salê li gundê Beşuke yê Şirnexê hatin qetilkirin û ewladên leheng ên gelê me yên di serhildanên Newrozê de şehîd ketine bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û dibêjin ku em ê bi dijmin berdêlên gelekî giran bidin dayîn û bi vî rengÎ hesabê hemû komkujiyên li gelê me hatine kirin bipirsin.
Li ser vê bingehê em şehîdên meha Adarê û Newrozê careke din bibîr tînin û dibêjin; em ê keriyê celadên faşîst ên AKP'ê berdane nava Kurdistanê bi berxwedana xwe ya bi heybet re tarûmar bikin û ji bo jiyaneke azad li ser xaka xwe bi rûmetdarî bijîn, em ê ji her demê bêhtir bi biryardarî û dilsoziyê têbikoşin. Divê her kes zanibe, li pêşberî ewçend xwîna hatiye rijandin û êşa hatiye kişandin, ji bilî meşandina berxwedaneke mezin û fedaî ti rêya me nîne. Pêwîste her kes bi vê zanibe û li gorî vê tevbigere. Û divê bê zanîn; partiya me û gelê me yê welatparêz ji bo afirandina jiyaneke bi rûmet û serbilind wê bêtawîz berxwedana xwe ji her demê bêhtir bi xurtî bimeşîne.
Gerîlayên me yên di rêbaza fedaî de bêteredût çalakiyan pêk tînin û di dilê dijmin de xwe diteqînin, gelê me yê kolan bi kolan bi vîn û baweriyeke mezin li ber xwe dide û YPS a ji aliyê ewladên bi rûmet û berxwedêr ê gelê me ve hatiye avakirin, Mehmet Tûnç, Zemanî, Sêvê û Pakîze wê ji aliyê ti hêzê ve nikaribin bên têk birin. Hemû hêz wê mehkûm bin, li pêşberî wan bên ser çokan.
Ev Hefteya Lehengiyê ya em tê de ne, divê bi rengekî layiqî şehîdên me yên leheng be, bê pîrozkirin. Em bang dikin, ku vê firsenda mezin a dîrokê pêşkêşî me kiriye, bi rêxistinbûyîn û çalakiyên xurt ên di xeta Rêber Apo de gelên me bi ser bixînin.
Em careke din soz didin şehîdên xwe, ku enerjiya gelê me yê bûye Newroz û gerîlayên me yên bûne fedaî, wê jiyana nû û azad bafirîne. Em bang li her kesî dikin ku cihê xwe di nava vê têkoşîna şoreşê û serketinê de bigirin."