BI DÎMEN

'Bi azadiya Ocalan re jiyana hevpar dikare bê avakirin'

Hevserokê HDP û DBP'ê yên Rihayê bang li her kesî kirin ku di rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bên Xelfetiyê. Hevserokan destnîşan kirin, ku bi azadiya Ocalan re jiyana azad dikare were avakirin.

Hevserokê HDP û DBP'ê yên Rihayê bang li her kesî kirin ku di rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bên Xelfetiyê. Hevserokan destnîşan kirin, ku bi azadiya Ocalan re jiyana azad dikare were avakirin.

Navçeya Riha Xelfetî amadekariyan dike, ku di 4'ê Nîsanê de ji bo rojbûna 67. a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşwaziyê li sed hezaran mirovan bike. Ji bo vê pîrozbahiya bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED), rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan xebateke berfireh dimeşînin. Hevserokên HDP û DBP ên Rihayê bi rêya ANF'ê banga tevlîbûna li çalakiya 4'ê Nîsanê kirin.

'DI 4'Ê NÎSAN DE GEL WÊ BIHERIKE XELFETIYÊ'

Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Ridvan Yavûz da xuyakirin, ku pîrozbahiya 4'ê Nîsanê ya li Xelfetiyê re ew dixwazin tecrîda li ser Ocalan bişikînin û diyar kir, di şexsê Ocalan de li ser hemû girtiyên siyasî, gelê Kurd û hemû gelên azadî û demokrasîxwaz tecrîd tê ferzkirin. Yavûz da zanîn, weke rêxistina HDP'ê ya Rihayê, ji bo gel di 4'ê Nîsanê de biherike Xelfetiyê ew bênavber dixebitin û got, "Hêviya me ew e sala 2016'an bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan."

Yavûz ragihand, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi projeya HDP'ê re li hev kombûan li dora jiyana hevpar daniye pêşiya wan û destnîşan kir, ku gel jî xwedî li vê projeyê derketiye.

Yavûz got, "Pîrozkirina rojbûn 67. a Rêberê me li Xelfetiyê, ji bo me cihê serbilindiyê ye. Di vê pîrozbahiyê de em ê bi tevlîbûna bi sed hezaran re daxwza azadî û aştiyê biqîrin. Ji bo bicihanîna jiyana demokratîk û neteweya demokratîk a Rêberê me danî pêşiya me, em bang li hemû gelan dikin ku biherikin Xelfetiyê."

'RÊBERÊ ME AZAD BIBE, WÊ HEMÛ GELÊN ROJHILATA NAVÎN AZAD BIBIN'

Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Hîdayet Enmek jî 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelan pîroz kir û destnîşan kir, ku Ocalan ê demeke dirêj e di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, azadiya gelên Kurdistan, Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn nîşan dide. Enmek bal kişand ser hewldan û keda mezin a Ocalan ji bo aştî û azadiya gelan û got, "Em li bendê ne ku tevahiya gelê me tevlî pîrozbahiya 4'ê Nîsanê bibe, bi vê armancê biherike qadên azadiyê û ji bo aştî û biratiyê daxwaza azadiya Ocalan bikin. Li gorî me; eger Rêberê me azad bibe wê temamiya gelên Rojhilata Navîn azad bibe. Bîrdoziya Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn tê wateya vîn û azadbûyîna gelan. Gelê Kurd êdî nikare tecrîda şidandî tehemûl bike. Bi taybetî di vê dema dawî de bi azadiya Rêberê me re şerê dijwar ê diqewime dikare bi dawî bibe."

Enmek herî dawî ragihand, ku divê hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji nû ve bên destpêkirin û li pêvajoya çareserî û muzakereyê veger were kirin. Enmek got, "Dema Rêbertî ji nû ve bikeve dewrê, ez bawerim wê pêşî li rijaniya xwîna gelên Tirkiyeyê were girtin û ev bîrdoziya Rêbertî li Rojhilata Navîn afirand, ji bo tevahiya cîhanê bibe sîstemeke mînakdar."

...