Çeteyên Qesrê li Hezexê malan dişewitînin
Çeteyên Qesrê li navçeya Hezexê şewitandina dikan û xaniyan berdewam dikin. Berê jî gelek xanî û kargeh wêran kiribûn û talan kiribûn.
Çeteyên Qesrê li navçeya Hezexê şewitandina dikan û xaniyan berdewam dikin. Berê jî gelek xanî û kargeh wêran kiribûn û talan kiribûn.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê hêzên çekdar ên rejîma Tirk talankirin û wêrankirina xanî û kargehan berdewam dikin. Çeteyên Qesrê li taxên Tûrgût Ozal û Yenîmahalleyê bê navber malan didin ber agir. Dîsa li ser cadeyên Alanya û Adîle Naşît mal û kargehan dişewitînin, talan dikin, hildiweşînin.Li gel qaşo operasyon bi dawî bûne jî çeteyên Qesrê bi cerdevanan re xanî û kargehan talan dike û wêran dike. Hate zanîn ku gelek xanî û kargehên din jî hatin wêrankirin.
Li ser vê talankirinê Meclîsa Gel a Hezexê bang li gelê Hezexê û derdorên hêstiyar kir ku werin Hezexê. Her wiha Meclîsê bi ruhê serhildanê banga berxwedanê li gelê Kurdistanê kir.