Dirûngeha gerîla di nava şer de jî dixebite
Dirûngeha li qadên gerîla, tevî şert û mercên herî giran ê şer jî, karê xwe bênavber didomîne. Gerîlayên li dirûngehê dibêjin, di nava her şert û mercî de ew ê xizmetê ji hevrêyên xwe re bikin.
Dirûngeha li qadên gerîla, tevî şert û mercên herî giran ê şer jî, karê xwe bênavber didomîne. Gerîlayên li dirûngehê dibêjin, di nava her şert û mercî de ew ê xizmetê ji hevrêyên xwe re bikin.
Gerîlayên PKK'ê yên çiya ji xwe re kirine qada jiyanê, bêyî ku bi derve ve girêdayî bin, jiyana xwe ava kirine. Yek ji saziyên vê rêxistinbûnê jî dirgûngehên gerîla ne, ku kincên gerîla didirûn. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji bo bersiv ji pêwîstiyên gerîla yên bi kincan bê dayîn, li her herêmê dirûngeh hatine avakirin. Em çûn serdana yek ji van dirûngehan û gerîlayan karê xwe ji me re vegotin.
Gerîla Bêrîtan Cûdî ya saleke li dirûngeha gerîla dixebite anî ziman, ku ew mehê 150 heta 180 kincên gerîla didirûn. Li ser kincên gerîla Cûdî ev agahî da: "Kincên gerîla ji qumaşê gabardîn tê dirûtin. Ev qumaş ji bo mercên çiyê baş e. Kincekî gerîla bi qasî salekê îdare dike. Ji bo kincekî em bi qasî şeş, heft metreyan qumaş bi kar tînin. Bi rengekî ku heval pê bi hêsanî tevbigere, em kincan didirûn."
EM JI HER XIZMETA TÊKOŞÎNÊ RE AMADE NE
Newal Mêrdîn a saleke li dirgûngeha gerîla dixebite da xuyakirin, ku weke gerîlayekê ew di her kêliye de ji her tiştî re amade ye û got, "Em bi tenê bi çekê şer nakin. Di heman demê de em karê bingeha vî şerî jî dimeşînin. Amadekirina kincên gerîla parçeyek ji vî şerî ye. Ji ber ku ev kar bi rengekî komunal tê meşandin, her gerîla bi awayekî piralî dixebitin. Em hînî gelek karan dibin. Bi vî rengî hewl didin xizmetê ji têkoşînê re bikin.
Gerîla Rjoîn Berfîn a di sala 2013'an de tevlî nava refên PKK'ê bûye, ev du sal in li dirûngehê dixebite. Gerîla Rojîn destnîşan kir, ku her kêliya jiyana li çiyê pîroz e û got, "Li çiyayên Kurdistanê, şehîdên me yên hêja, ji tinebûnê jiyanek afirandin. Em nirxên şehîdên xwe diparêzin û bi pêş de birinê re xwedî lê derdikevin. Lewma em bi wateya her karê xwe dizanin. Bi vê têgihiştinê re em tevdigerin. Mîna hemû hevrêyên xwe, ez jî ji dil vî karê xwe dikim."
EM HEWL DIDIN LAYIQÎ PARTIYA XWE BIN
Gerîla Rûheyv Ednan ji bajarê Rojavayê Kurdistanê Efrînê di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bûye û ev 8 meh in li dirûngehê dixebite. Rûheyv karê dirûtinê li çiyê hîn bûye. Rûheyv da xuyakirin, ku ew li nava refên gerîla bi her awayî bi berpirsyariya xwe radibin û got, "Divê şoreşgerek karibe her tiştî bike. Di her kêliya jiyana xwe de xizmetê ji gelê xwe re bike. Bi vê têgihiştinê re em hewl didin layiqî Rêberê xwe, şehîdên xwe, gel û partiya xwe bin. Bi dîtina min, karê em dikin pîroz e. Kincên ku ez didirûm, hevrêyên min li xwe dikin. Xizmeta ji bo hevrêyan min gelekî bextewer dike. Dilsoziya min a bi jiyana gerîla re mezin dibe."
BI BIHARÊ RE KAR ZÊDE BÛ
Gerîla Rûken Zîlan a ji Sêrtê nû ye û hînê di asta hînbûna karê li dirûngehê de ye. Rûken got, "Nedihat bîra min ku li nava refên gerîla ez ê kincan ji bo hevrêyên xwe bidirûm. Kincên gerîla ji ber ku dirûtineke taybet jê re divê, karekî hesas dixwaze. Her çend di dema destpêkê de min hinekî zehmetî kişand jî, hînî dirûtinê bûm. Ez jî mîna hevalên xwe, ji karê xwe hez dikim. Ji bo hî baştir bidirûm, di nava hewldanan de me. Jİ ber ku ev kincên ez didirûm, hevrêyên min li xwe dikin. Lewma pê gelekî kêfxweş im."
Rûken anî ziman, ku bi biharê re karê wan zêdetir bûye û got, "Bi biharê re di nava gerîla de liv û tevger destpê dike. Em kincan ji hevalên diçin qada şer re didirûn. Bi giranî tevlîbûna li nava refên gerîla di mehên biharê de zêde dibin. Ji bo hevalên nû jî em kincan didirûn. Yanî hatina biharê, mîna li her qada gerîla, li cem me jî liv û tevger zêde kir."