Li Nisêbînê 2 tîmên taybet hatin kuştin
2 tîmên taybet ên danê nîvro bi komek tîmên taybet re di encama teqînê de di bin xurdeyên avahiyeke li Nisêbînê de mabûn mirin.
2 tîmên taybet ên danê nîvro bi komek tîmên taybet re di encama teqînê de di bin xurdeyên avahiyeke li Nisêbînê de mabûn mirin.
Çavkaniyên herêmî jî diyar dikin ku yek ji yên mirî serdar e û di teqînê de 23 kes birîndar bûne.
Li Nisêbînê ku bi pêkanînên terorê re êrîşên qirkirinê giran dibin, çeteyên AKP’ê nikarin li hemberî berxwedana YPS’ê bisekinin. Îro piştî teqîna li avahiyeke ku komek tîmên taybet li nêzî nexweşxaneya kevin ketibûyê, tîmên taybet di bin xurdeyan de mabûn. 2 tîmên taybet ên di bin xurdeyan da mabûn mirin, 7 leşker jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî, yek ji tîmên taybet ên mirî serdar e, yê din jî serpel e û her wiha 23 tîmên taybet jî birîndar bûne.