Li Nisêbînê derbeke din li hêzên AKP'ê hat xistin
Li Nisêbînê ku êrîşên hêzên dewleta Tirk di roja 15. de dewam dikin, kepçeyeke din a zirxî ya hewl dida bikeve nava taxa berxwedanê, ji aliyê hêzên YPS'ê ve hat îmhakirin.
Li Nisêbînê ku êrîşên hêzên dewleta Tirk di roja 15. de dewam dikin, kepçeyeke din a zirxî ya hewl dida bikeve nava taxa berxwedanê, ji aliyê hêzên YPS'ê ve hat îmhakirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên bi ser taxên Nisêbînê di roja 15. de dewam dikin. Tîmên ku nikarin bikevin taxan hawirdor bi tankan bombebaran dikin. Danê sibehê kepçeyeke dema hewl dida bendên li taxên berxwedêr rake teqînêk pêk hat. Di encama teqînê de kepçeya zirxî hate rûxandin. Kepçe bi vîncê ji bajar hate derxistin.
Tîmên ku nikarin bikevin nava taxan, di nava hewldanan de ne. Tîmên ku ji bo ji aliyê Pira Ahmet Kaya bikevin taxa Firat û Abdulkadîrpaşa ji xwe re hin amûr anîn ku pê têkevin taxan. Danê sibehê pirek ji hesin hatiye amadekirin û ji bo ku wesayitên zirxî û tank di ser de derbas bibin anîn Nisêbînê. Pira hesin li ser çemê Çag Çagê li dûrî taxên berxwedêr ewil hate bi cihkirin. Tê texmînkirin ku vê yekê piştre bibin gel pira Ahmet Kaya û ji wir hewl bidin têkevin nava taxan.
Şerê di navbera 'tîmên taybet' ên rejîma Tirk û hêzên YPS, YPS Jin de dewam dike.