Alûş: Federalîzm ne parçekirin e, lê bersiva li parçebûnê ye
Endamê Komîteya Têkiliyan a TEV DEM'ê Omer Alûş da xuyakirin, ku çawa wan ji şoreşê re pêşengî kir, ew ê ji çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê re jî pêşengiyê bikin.
Endamê Komîteya Têkiliyan a TEV DEM'ê Omer Alûş da xuyakirin, ku çawa wan ji şoreşê re pêşengî kir, ew ê ji çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê re jî pêşengiyê bikin.
Endamê Komîteya Têkiliyan a TEV DEM'ê Omer Alûş, ragihandina sîstema federalîzmê û êrîş û dijberiya vê sîstemê ji ANF'ê re nirxand.
Di destpêka axafina xwe de Alûş diyar kir ku Kurd weke aliyekî sereke ji çareseriya aloziya Sûriyeyê re ne hatin qebûlkirin, ji ber vê yekê jî Kurd ne mecbûr in li benda aliyên din bimînin.
Alûş anî ziman ku rejîm û opozîsyon ji xwe li hev nakin û got: "Dema rejîm û opozîsyona Sûriyeyê li Ceneverê li hev dicivin û me wek aliyekî çareseriyê nabînin, em li benda wan namînin. Ji xwe di baweriya me de ew nikarin çareseriyê bafirînin. Rejîm dixwaze li ser desthilatdariya xwe bimîne û opozîsyonê tine bike. Opozîsyon jî dixwaze rejîmê ji holê rake û li ser Sûriyeyê bibe desthilatdar. Pewîst nake em li benda wan bimînin. Ji xwe her du alî ji bo desthilatdariyê li hev dicivin."
FEDERASYONA BERSIVA LI PARÇEBÛNÊ YE
Alûş di axaftina xwe teqez kir ku yên dibêjin federalîzm awayekî ji parçebûna Sûriyê ye, ew parçebûna Sûriyê dixwazin û li ser aloziya li Sûriyeyê derket holê xwe didin jiyîn. Alûş got: "Her yek ku federalîzmê qebûl nake, ji bo berjewendiyên xwe wisa dibêjin. Ne ji berjewendiya wan e ku aloziya Sûriyeyê çareser bibe. Her yekî ji wan bûye koleyê dewletekê û qirkirina pêkhateyên li Sûriyeyê, talankirin û koçberê nabînin. Lê li vir Kurd, Ereb, Ermen û Çeçen bi hev re dijîn û bi îradeya wan federalîzim hate ragihandin. Ji ber vê jî sîstema ku hemû pêkhate dikarin mafê xwe tê de bibînin li vir e û ev sîstem wê li hember parçebûna Sûriyeyê raweste."
KURD SERKÊŞÊ FEDERALÎZMÊ NE, NE DESTHILATDAR IN
Alûş anî ziman ku Kurdan di nava Şoreşa xwe de û tevî aloziya Sûriyeyê, di bin ambargo û êrşên herî diwar de dikaribûn, gel û pêkhateyên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê biparêzin û weke bajarên din ên bin kontrola rejîmê yan opozîsyonê de talanî, kuştin û koçberî lê rû neda. Alûş wiha got: "Tiştê herî girîng di şoreş de me kir, me gelê xwe parast û pêkhateyên din hembêz kirin. Me federalîzm ranegihand ji bo desthilatdariyê, lê ji bo çareseriyake giştî ji Sûriyeyê re. Weke me serkêşiya şoreşê kir, em ê bibin serkêşê çareseriya Sûriyeyê."