'Cerdevan Fîdan ji aliyê leşkeran ve hat kuştin'

Cerdevanê bi navê Abdullah Fîdan ê li Şirnexê jiyana xwe ji dest da, tê gotin ji aliyê leşkeran ve hatiye kuştin.

Di êrîşên qirkirinê yên li hemberî Şirnexê de cerdevanê bi navê Abdullah Fîdan ê di 26’ê Adarê di encama şer de jiyana xwe ji dest da, hat îdîa kirin ku ji aliyê leşkeran ve hatiye kuştin. Cerdevanên ku ji Mila Kêrî yên ji gundê Fîdan e, li gel hêzên dewletê beşdarî operasyonên li hemberî berxwedana xwerêveberiyê ya Şirnexê bûn, îdîa kirin ku Fîdan li bejahiya nêzî Girtîngeha Tîpa T a Şirnexê ji aliyê leşkeran ve hatiye kuştin. 

Cerdavanê ku dema Fîdan jiyana xwe ji dest da di mewziya li heman bejahiyê bû û ji gundê Mila Kêriyê, anî ziman ku dema Fîdan ji mewziyê derket û nêzî 100 metreyî ber bi mewziya wan ve çû dengê çekan hat û got, dema ew ji mewziyê derketin ditîn ku Fîdan li erdê ye. Cerdevan diyar kir, wî nedîtiye gule ji ku derê hatiye û da zanîn, guleyek li bedena Fîdan ketibû. Cerdevan got, gule li cil û bergên cerdevanê Ş.G. yê di mewziyê de jî ketiye, lê tiştek pê nehatiye û da zanîn ku wê rojê li bejahiyê ti êrîş û şer rû nedabûn.

Ji bilî gotinên cerdevanê ji destpêka êrîş û dorpêça hêzên dewletê heta niha ti êrîş li bejahiya Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê pêk nehatine.