Balafirên şer ên Tirk di her êrîşê de zerarê didin xwezaya Kurdistanê. Ji ber bomberdûmana li herêma Garê hat kirin, darên emrê xwe sedan sal e, şewitîn, tine bûn.
ANF
BEHDÎNAN
duşem, 28 adarê 2016, 07:04
Hikûmeta AKP'ê şerê xwe yê topyekûn ê li hemberî Kurdan, li dijî xwezaya Kurdistanê jî dimeşîne.
Artêşa Tirk her ku firsendê dibîne bombeyan li xwezaya Kurdistanê dibarîne. Ji ber bomberdûmana bi hawan, obus û balafirên şer, zerareke mezin li qadên daristanî dibe.
Ev bomberdûmana rojane tê kirin, zerareke mezin dide xwezayê. Yek ji van bomberdûmanan di 14'ê Adarê de li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hat kirin.
Mîna ku di wêneyan de tê dîtin, li cihê bomberdûman hat kirin qada daristanî zerareke mezin dît. Darên emrê xwe bi sedan salî ne parçe bûne û şewitîne.