Di roja 14. de berxwedana xwerêveberiyê ya li hemberî êrîşên çeteyên AKP/Qesrê dewam dike.
Çeteyên AKP/Qesrê yên ji ber berxwedana YPS û YPS Jin nikarin bikevin taxan, duh tevahya şevê obus û top berdan taxên Yenî û Bahçelîevlerê.
Ji ber bomberdûmanê şewat bi gelek xaniyan ket. Barana ku duh bi şev bariya, nehişt şewat mezin bibe û vemirand.
Bi bomberdûmanê re li taxên Dîcle, Yenî û Bahçelîevlerê dengê çekan hat.
Ji duh êvarê ve ambûlans diçin herêmên şer lê diqewimin û tên.
Ev ambûlansên ji herêmên şer vegeriyan yekser berê xwe dan 23. Fermandariya Tumenê ya Sînor a Jendermeyan ku ji bo polîs û leşkeran bûye nexweşaxneya taybet.
Li aliyê din hêzên dewleta Tirk duh bi şev bi bombeavêjan êrîşî taxên Vakifkent û Gundogdû yên bend û xendek lê nîne, kirin.
Bomberdûman û êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hemberî bajêr bênavber dewam dikin.