YPG: 3 çete hatin kuştin
YPG'ê diyar kir, di şerê li herêma Seken Şebabê de 2, di şerê li herêma Eşrefiyê de çeteyek hatin kuştin.
YPG'ê diyar kir, di şerê li herêma Seken Şebabê de 2, di şerê li herêma Eşrefiyê de çeteyek hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku çeteyen Ceyş El Mûcahîdîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî êrîşên xwe yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewam dikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di çarçoveya van êrîşan de komên çete roja 27'ê Adarê hewl dan ji herêmên Seken Şebab û Eşrefiyê xwe berdin nava taxê. Hêzên me bi tundî dest li êrîşên çeteyan werdan û di encamê de êrîş şikandin. Di şerê li herêma Seken Şebabê de 2, di şerê li herêma Eşrefiyê de çeteyek hatin kuştin."