KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Onen: Em ê di 4'ê Nîsanê de li dijî tecrîdê biçin Amarayê
Nerazîbûna siyasetmedaran a li hemberî operasyonên qirkirinê yên li Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibe. -
Polîsan êrîşî Demîrtaş û heyeta pê re kirin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta pê re jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê ziyaret kirin, lê belê polîsên Tirk bi ava şid êrîşî wan kirin. Balkêş e ku di dema êrîşê de polîsan bi taybetî Demîrtaş hedef girtin. -
Mayin bi wesayîta pêşmergeyan teqiya: 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
Li gundê Kobaşî yê ser bi navçeya Xaneqîn Celewlayê, mayîn bi wesayîteke leşkerî ya fermandarekî pêşmegeyan teqiya. Di encama teqînê de 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, 1 jî birîndar bû. -
Li Sêrtê 10 kes hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Li Sêrtê, di serdegirtina malan de danê vê sibehê 10 kes hatin binçavkirin. -
Demîrtaş li jêrzemînên wehşetê lêkolînê dike
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hat warê berxwedanê Cizîra Botan û bi heyetekê re li jêrzemînên wehşetê yên li taxa Cûdî, ku bi qasî 200 mirov lê hatin qetilkirin, lêkolînê dike. -
AKP'ê dest danî ser avahiya Şaredariya Sûrê!
AKP'ê di bin navê 'cemawerîkirinê' de dest danî ser avahiya xizmetê ya Şaredariya Sûrê. -
YBŞ'ê: Bi hêza xwe ya ji 1600 kesî re me ji bo operasyona Mûsilê gava destpêkê avêtin
Fermandariya YBŞ'ê da xuyakirin, ku di çarçoveya amadekariyên operasyona Mûsilê de wan dest bi operasyona paqijkirina derdora Mûsilê kirine û rêya bingehîn a 47. xistine bin kontrola xwe. -
Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Mêrdîn, Mûş, Riha û Erzîromê gelek kes hatin binçavkirin û girtin. -
Yilmaz: Li Şemzînanê rewş mîna 'qedexeya derketina derve' ye
Hevşaredarê Şemzînanê Yilmaz hişyarî da ku piştî demeke kurt wê li navçeyê pirsgirêkên giran ên jiyanî der bibin. Yilmaz bang li raya giştî kir. -
Li Farqînê operasyon û şer
Li bejahiya navçeya Amed Farqînê operasyoneke mezin a leşkerî danê vê sibehê destpê kir. Helîkopterên artêşa Tirk guleyan li herêmê direşînin. Gundî jî ji bo bibin mertalên zindî, ber bi herêmê ve dimeşin. -
'PKK'ê civakek ji qehremanan afirand'
Endama Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Zaxo Zagros destnîşan kir, ku bi tevgera PKK'ê re civaka Kurd veguheriye civakeke lehengan û got, "Ev lehengî xwe dispêre çanda Apogerî." -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yilmaz hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Azad Yilmaz li Qoserê hat veşartin. -
Hêzên rejîmê bombeyan li taxên Geverê dibarînin
Li Geverê, ku berxwedana xwerêveberiyê di roja 13. de ye, ji danê sibehê ve bombe li taxan tên barandin. -
Li qereqola Mermerê bi dehan leşker mirin
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, qemyonek bombe barkirî, li nava qereqola leşkerên tîmên taybet lê bûn, hat teqandin. -
Li Nisêbînê şerekî dijwar diqewime
Li Nisêbînê, ku bi 'qedexeya derketina derve' re êrîş li ser giran bûye, ji duh bi şev û vir ve şerekî dijwar diqewime. -
Wekîlê Iraqî: Wê her kes federasyona Rojava qebûl bike
Abdullah diyar kir, sîstema federal a li Rojava hat ragihandin, wê piştî demekê ji aliyê her kesî ve bê qebûlkirin û got, "Çawa ku gelên Rojava li hemberî DAIŞ'ê têkoşîneke serketî meşandin, di avakirina sîstema xwe de jî wê serketî bin." -
Ji Şêx Seîd û vir ve bi tankan li dîroka Kurdan didin
Ji Peymana Lozanê û vir ve, ku Kurd li derve û bê bandor hatin hiştin, feraseta dewleta Tirk a li hemberî 29 raperînên Kurdan nehatiye guhertin. -
Qereqola Mermerê bi erdê re bû yek
Di encama çalakiya duh bi şev de Qereqola Jendermeyan a Mermer a li ser rêya bejahî ya Amed-Liceyê, ji binî ve hat rûxandin. Tê gotin, di çalakiyê de bi dehan çete mirine û gelek birîndar bûne. -
'Girîng e tecrîd derhal bê rakirin'
Endama Dîwana Serokatiyê ya KCD'ê Bîrtane xwest, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derhal were rakirin. -
Temîzyuz: Divê Birêz Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û pêvajoyê bimeşîne
Hevserokê Giştî yê TUHAD-FED'ê Temîzyuz ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li her kesî kir, ku di 4'ê Nîsanê de li Rihayê bin. Temîzyuz xwest, tecrîd derhal bê rakirin. -
Ok: Derveyî qebûlkirina mafên gelê kurd çareyek din tine
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok destnîşan kir ku ew ê bênavber vê têkoşîn û berxwedanê hîn jî bilindtir bikin û got, "Bila AKP û Erdogan bizanibin ku derveyî qebûlkirina mafên gelê kurd çareyek din tine." -
Malên sivîlan tên gulebarandin
Çeteyên Qesrê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê êrîşî malên sivîlan ên li Taxa Devrîmê dikin. -
Ceza li Hevşaredarê Nisêbînê Kok hate birîn
Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok ji doza bi hinceta tevlî meşekê bûye hatibû vekirin 10 meh ceza girt. -
Gerîlayê HPG’ê Bozkurt ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Gerîlayê HPG’ê Adnan Bozkûrt (Baz Rêzan) ê di şerê li herêma Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabû, bi tilîlî û dirûşman ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. -
Jimara tîmên taybet ên ku li Şirnexê hatin kuştin gihiştin 7’an
Di şerên hêzên YPS/YPS-Jin û çeteyên Qesrê yên ku dixwestin bikevin Taxa Dîcle û Gazîpaşa ya Şirnexê de 4 tîmên taybet hatin kuştin.