'PKK'ê civakek ji qehremanan afirand'

Endama Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Zaxo Zagros destnîşan kir, ku bi tevgera PKK'ê re civaka Kurd veguheriye civakeke lehengan û got, "Ev lehengî xwe dispêre çanda Apogerî."

Endama Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Zaxo Zagros li ser 21’ê û 28’ê Adarê ku wek Hefteya Qehremaniyê hatiye bi nav kirin, ku di 28’ê Adarê de Fermandarê ARGK’ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) jiyana xwe ji dest daye nirxandinên girîng kir. Zagros got, "Bi wesîleya hefteya qehremaniyê ez hemû qehremanên ji bo azadiyê şehîd ketine bibîr tînim û soza bilindkirina têkoşînê dubare dikim. Bi rastî jî çawa ku tevgera azadiyê hemû rojên gelê Kurd kir rojên têkoşînê, qehremantî jî ne bi hefteyekê ve girêdayî ye, hemû roj û sal ji bo Kurdan bû roj û salên qehremaniyê. Ji ber ku her roj destanên qehremaniyê yên nû tên nivîsandin. Her wiha keç û xortên Kurd bi cesaretek mezin destanên qehremaniyê dinivîsin.  Ev dibe hêviya bindestan û dibe tirsa dijminan."

'CIVAK BI XWE BÛYE QEHREMAN'

Zagros bibîr xist ku berê jî di civaka Kurd de lehengtî hebû, lê bi tevgera azadiyê re ev bûye taybatemendiya civakê ya bingehîn. Zagros axaftina xwe wiha dewam kir: "Di herikîna dîrokê de di nava civaka Kurd de seknên qehremanî ku civaka Kurd pê şehnaz dibûn hebû, lê belê di dîroka me de cara yekê ye ku qehremanî ewqas dibe taybetmendiyeke bingehîn a gelê me. Ev jî bê guman xwe dispêre çanda PKK'ê li vê axê çandiye. PKK ji destpêkê û heta niha xwe li ser çanda berxwedanî û qehremaniyê mezin dike. Ji şehîdê destpêkê û heta şehîdê dawiyê mirov kare vê rastiyê bibîne. Eger îro PKK tevgereke nayê binxistin be û bûye hêvî ji bo her çar parçeyên Kurdistanê, ev yek bi rastiya kesayeta qehremanên ava kiriye ve girêdayî ye. Ji ber ku li hember hemû cureyên faşîzmê rêber û endamên PKK’ê serî netewandine, li berxwedane û teslîm nebûn e. Di rastiya hevrê Mazlûm, Kemal, Xeyrî, Zekiye Alkan, Ronahî, Berîvan, û Egîdan de ev yek eşkere derketiye holê. Her wiha PKK rastiyeke nû li Kurdistanê afirandiye, ew jî serketina xeta berxwedan û qehremaniyê ya li dijî teslîmiyetê ye. Bi vî rengî xeta serwer ku civak xiste bin bandora xwe û bû çand xeta berxwedaniyê bû. Ev taybetmendî roj bi roj mîna pêlên deryayê xwe di nav rehên civaka Kurd de berda."

'LEHENGÊN PÊŞENG ÇANDA BERXWEDANÊ AFIRANDIN'

Zagros bi bîr xist ku lehengên PKK’ê yên pêşeng çanda berxwedana jiyanê afirandin û wiha domand: "Bi gotina Mazlûm Dogan, 'Berxwedan jiyan e'. Ferhat Kûrtay, 'divê ev agir venemire',  Xeyrî Dûrmûş, 'li ser tirba min binivîsin ku ew deyndarê welatê xwe çû', ya Sakîne Cansiz 'jiyana min her şer bû'. Kurdê ku ji vê çandê sûd wergirtiye serî dide lê sir nade. Ji bo nirxên civaka xwe hemû rengê fedakarî û lehengiyê nîşan dide. Eger îro civaka Kurd nayê dîl girtin teqez jêdera xwe ji vê rastiyê digire. Rêberekî qehreman, tevgereke qehreman îro bûye gelekî qehreman. Bi vî rengî li şûna Kurdê belengaz Kurdekî jîr cih girtiye, li şûna Kurdê tirsonek Kurdên wêrek cih girtiye, li şûna Kurdê teslîmkar Kurdekî berxwedêr cih girtiye. Eger îro herkes ji gelê Kurd re li çepikan dixe û civaka Kurd dibe xwedî nirx û rûmetê, bê guman ji vê rastiyê ne qut e." 

'JI BO JINÊ ZAYÎNEKE NÛ YE'

Zagros bal kişand ser hefteya qehremaniyê û nirxên ku derxistiye holê û got : "Hefteya qehremaniyê ji bo jinên Kurd jî zayineke nû ye. Jinên Kurd di kesayeta Sema Yuce, Rahşan Demîrel, Zekiye Alkan, Bêrîvan û Ronahî de xwe ji xweliya xwe afirandin û bûn çirûskên ronahiyê ya dîroka me. Wan bi agirê canê xwe dil û mejiyê me ji koletî û bindestiyê paqijkirin û deriyê jiyaneke nû li pêşiya me vekirin. Wan canê xwe kirin pir ku em ji çanda destdirêjkirinê derbasî çanda hevjiyana azad û wekhev bibin. Eger îro qehremaniya jinên Kurd tevahî cîhanê dihejîne û pergala desthilatiya mêr têk dibe, bingeha xwe ji ruhê van jinan digire. Jinên ku bejna xwe bi agir pêçane, nifşekî ji agir afirandine. Ew nifş îro dibe Arîn, dibe Rêvan, dibe Sêvê û dibe mizginiya jiyana nû ji bo hemû jinên cîhanê."  

'APOGERÎ ÇANDA LEHENGIYÊ AFIRAND'

Zagros di derketina çanda qehremantiyê de bandora felsefeya Apogerî destnîşan kir û wiha pê de çû: "Mirov dikare bêje ku çanda Apogerî hişt ku gelê Kurd bibe yê xwe, xwebûna ku di civaka Kurd de hate afirandin hişt ku artêşa qehremanan bê avakirin. Kurd êdî ji bo xwe dijîn, ji bo xwe têdikoşin û di oxira rûmeta xwe de şehîd dikevin. Ev jî rastiyeke wiha ava dike ku ti hêz nikare vê civakê êdî bike kolê xwe. Mirov vê rastiyê bi awayekî eşkere kare di berxwedana Rojava, Cizîr û Sûrê de bibîne. Ev tovên qehremanî ku bi berxwedana zîndana Amedê di vê axê de hatin çandin, îro li qadên berxwedanê bûne zevî. Destanên li Kobanê, Cizîr û Sûrê hatin nivîsandin berdewama vê çandê ye. Kurd êdî ji bilî jiyaneke azad û bi rûmet ti rengê jiyanê napejirîn e. Sekna bi rûmet a Mehmet Tûnç, Sevê, Pakîze û Fatma nîşana vê yekê ye. Bi berxwedana Cizîrê hate diyarkirin ku ti hêz nikare vîna me dîl bigire.  Çawa berxwedana hevalên Zîndana Amedê, faşîzma 12’ê Îlonê bin xist û mohra xwe li sedsala 20 dan da, berxwedana Mehmet Tûnç û hevrêyên wî jî wê faşîzma AKP-DAIŞ têk bibe û mohra xwe li sedsala 21’an bide. Berxwedêrên Cizîra Botanê pelekî zêrîn li dîroka xwe zêde kirin. Van hevalan carekê din ji dost û dijminan re dan diyarkirin ku ti rengên mirinê nema Kurdan ditirsîne. Dîsa dan diyarkirin ku em şervanên axaftin û sozên xwe ne." 

'MEHMET Û PAKÎZE RÊVEBERÊN GEL IN'

Zagros di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Cizîrê û pêşengên ku derketine holê û wiha got: "Di kesayeta Mehmet Tûnç û Pakîze de rêbertiya gel a rast derket holê. Li hember pêşengtiya sexte wan serokatiya rast a gel danîn holê. Axaftin û sekna bi rûmet a van qehremanên gel ji bo hemû Kurdan manîfestoya Xweseriya Demokratîk e. Her Kurdekî xwe xwedî rûmet dibîne pêwîste di ronahiya xwestek û emrên van qehremanan de bibe xwedî fikir, zikir û çalakiyê. Nexwe ne dîrok ne jî wijdan ti car me efû nake. Ew fermandar in, divê em jî bibin şervanên wan ên serketî. Wan rêya xweseriyê bi xwînê neqişandin û ji me jî tê xwestin ku bê dudilî em tê de bimeşin. Wan pîvanê jiyana azad danîn, pêwîst e em jî xwe bi wan pîvanan roj bi roj bafirînin û mezin bikin. Wan rastî û wateya jiyana azad danîn holê, divê em jî bibin şopdarên wan. Wekî gelê Kurd û jinên Kurd em pir bi şens in ku em xwedî pêşeng û rêveberên bi vî rengî. Ji ber ku ev ruh û biryar têrê dike ku her cih fetih bike û serketinê bîne. Her wiha mifteya rizgariyê tê de veşartiye. Bi vê bîr û baweriyê em dibêjin; PKK bi ruhê qehremaniyê ya Mazlûm, Kemal, Sara, Egîd, Sema û Bêrîvanan destpê kir, wê bi ruhê qehremaniya Mehmet Tûnç, Pakîze, Zinar, Sêvê û Fatma jî bi ser keve. Careke din ez bejna xwe li ber tevahî şehîdên azadiyê ditewînim û soza serketinê nû dikim."