Li Nisêbînê şerekî dijwar diqewime

Li Nisêbînê, ku bi 'qedexeya derketina derve' re êrîş li ser giran bûye, ji duh bi şev û vir ve şerekî dijwar diqewime.

Hêzên YPS û YPS Jin bersivê didin êrîşên rejîma Tirk.

Li Nisêbînê ku terora dewleta Tirk di roja 12. de ye, hêzên dewleta Tirk bi çekên giran heta serê sibehê gule li taxan reşandin. Li taxên berxwedêr, bersiva hêzên YPS û YPS Jin jî dewam dike. Hêzên dewletê gelek caran hewl dan bikevin nava taxan, lê ji ber berxwedana YPS/YPS Jin neçar man xwe vekişînin.

Hêzên dewleta Tirk ên nikarin bikevin nava taxan, hewl didin bi tank û topan xaniyan xera bikin û bi vî rengî bi pêş de biçin. Ji ber vê êrîşa giran, gelek mal xera bûn.

Ji tankên li ser rêya Îpekê û qada Newrozê bi cih bûyî, heta danê sibehê top li taxan hatin barandin. Bi berbanga sibehê re careke din êrîşê destpê kir. Li taxên ku şerekî dijwar lê diqewime, dengê teqînan jî tê. Danê sibehê 3 ambûlans ber bi herêma şer ve çûn.

Li Nisêbînê di nava du rojên dawî de herî kêm 7 tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin.