Jimara tîmên taybet ên ku li Şirnexê hatin kuştin gihiştin 7’an

Di şerên hêzên YPS/YPS-Jin û çeteyên Qesrê yên ku dixwestin bikevin Taxa Dîcle û Gazîpaşa ya Şirnexê de 4 tîmên taybet hatin kuştin.

Di şerên hêzên YPS/YPS-Jin û çeteyên Qesrê yên ku dixwestin bikevin Taxa Dîcle û Gazîpaşa ya Şirnexê de  4 tîmên taybet hatin kuştin.

Di şerên li Taxa Dîcleyê pêk tên de 2 timên taybet hatin kuştin û gelek tîmên taybet jî giranî birîndar bûn. Hat ragihandin dema tîmekî taybet rakirine Fermandariya Tûmenê miriye.

Li Taxa Gazîpaşa jî şer dijwartir dibin û çeteyên Qesrê ku dixwestin bikevin taxê rastî berxwedana YPS/YPS-Jin hatin. Hêzên rejîmê dema li hember berxwedanê vekişiyan, 2 hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. 

Gelek ambûlans ji saetên nîvro ve birîndarên hêzên rejîmê radikin Fermandariya Tûmenê û ji şevê dîn heta niha di şer de hêjmara tîmên taybet ên hatin kuştin gihişt 7'an. 

Her wiha li hember taxan êrîşa tank û obusan berdewam dike.