Hêzên rejîmê bombeyan li taxên Geverê dibarînin

Li Geverê, ku berxwedana xwerêveberiyê di roja 13. de ye, ji danê sibehê ve bombe li taxan tên barandin.

Li navçeya Colemêrg Geverê, ku berxwedana xwerêveberiyê di roja 13. de ye, ji danê sibehê ve bombe li taxan tên barandin. Taxên Dize, Gungor, Orman, Eskî Kişla û Cûmhûriyet ên di bin kontrola hêzên YPS û YPS Jin de ne û hêzên AKP'ê nikarin bikevin nava van taxan, bi tankên li Fermandariya Alayê, Tabûra Efeler û li ser rêya Şemzînanê, tên bombekirin.

Ji ber bomberdûmanê şewat bi gelek xaniyan ket. Ekîbên arkujiyê ji bo vemirandina şewatê xwestin biçin taxan, lê belê tîmên taybet ên Tirk nehiştin. Li navçeyê bomberdûman dewam dike. Dû bi ser gelek cihên navçeyê ketiye.