Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Mêrdîn, Mûş, Riha û Erzîromê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Mêrdîn, Mûş, Riha û Erzîromê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.
Dewleta AKP'ê ku ji bo şikandina berxwedana li Bakurê Kurdistanê komkujiyên hovane dike, lê nikare berxwedanê bişikîne, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne.
MÊRDÎN
Li navçeya navendî ya Artûklûyê ya Mêrdînê Wekîlê Hevşaredariya Dêrikê yê berê Dogan Ozbahçecî, xebatkarê Şaredariya Dêrikê Alaattîn Ecer, welatiyên bi navê Seydoş Ozbahçecî û Abdûllah Atakli yê hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsînên li TEM a midûriyeta polîsan ew sewqî dozgeriyê kirin. Her çar kes ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. Ozbahçecî, Ecer, Ozbahçecî û Atakli ji aliyê heyeta dadgehê ve bi îdiaya "Endamê rêxistinê" ne hatin girtin. Her çar kes şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
ERZÎROM
Li gundê Qerqerût a navçeya Qereçobanê ya ErzÎromê di serdegirtina malê de welatiyê bi navê Yilmaz Kokbalik hate binçavkirin. Kokbalik ê bi îddiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" hate binçavkirin, piştî karên li emniyetê sewqî dozgeriyê hate kirin.
RIHA
Li navçeya Riha Wêranşarê, Abdulkadîr Mûtlû yê di serdegirtina jendermeyan a li gundê Hirrik a Jorîn hat binçavkirin, derxistin edliyeyê. Mûtlû ji ber parvekirina xwe ya li ser medya civakî bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hat sûcdarkirin û îfade dozgeriyê. Dozgerê Tirk bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kir û Mûtlû ji ber heman hincetê ji aliyê dadgehê ve hat girtin, ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê.
MÛŞ
Li navçeya Mûş Kopê jî, Cengîz Yuksel bi îdîaya "propaganda rêxistinê" kiriye, hat girtin.