Wekîlê Iraqî: Wê her kes federasyona Rojava qebûl bike
Abdullah diyar kir, sîstema federal a li Rojava hat ragihandin, wê piştî demekê ji aliyê her kesî ve bê qebûlkirin û got, "Çawa ku gelên Rojava li hemberî DAIŞ'ê têkoşîneke serketî meşandin, di avakirina sîstema xwe de jî wê serketî bin."
HALÎT ERMÎŞ
SILÊMANIYE / ANF
în, 25 adarê 2016, 08:36
Abdullah diyar kir, sîstema federal a li Rojava hat ragihandin, wê piştî demekê ji aliyê her kesî ve bê qebûlkirin û got, "Çawa ku gelên Rojava li hemberî DAIŞ'ê têkoşîneke serketî meşandin, di avakirina sîstema xwe de jî wê bi heman rengî serketî bin."
HER KES WE NEÇAR BIMÎNE FEDERASYONÊ QEBÛL BIKE
Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Arez Abdullah da xuyakirin, ku Federasyona Bakurê Sûriyeyê ya çend roj berê hat ragihandin, modela rêveberiya herî demokratîk e ku li cîhanê tê tercîhkirin û got, "Tecrûbeyên dîrokî nîşan dan, ku rêxistinbûyîna dewleta navendî ne xizmetê dide dewletê ne jî dide xwerêveberiya gel. Lewma li Rojava pêkhatina sîstema federal gelekî rast e."
Abdullah bal kişand ser reaksiyonên têkildarî Federasyona Rojava û da zanîn, di sala 1992'an de gava li Başûrê Kurdistanê sîstema federal hat ragihandin heman nerazîbûn hatibû nîşandan, gelek hêzên li herêmê li dijî vê derketibûn, lê piştre neçar mabûn vê qebûl bikin. Abdullah ragihand, sîstema federal a Rojava jî wê bi heman rengî were qebûlkirin.
Abdullah got, "Ez pê bawerim wê sîstema Rojava jî were qebûlkirin û li Sûriyeyê jî sîstemeke federal bê rûniştandin. Çawa ku gelên Rojava li hemberî DAIŞ'ê têkoşîneke serketî meşandin, di avakirina sîstema xwe ya demokratîk de jî wê bi heman rengî serketî in."
'GIRTINA DERIYÊ SÊMALKA NAYÊ QEBÛLKIRIN'
Wekîlê YNK'yî nerazîbûn nîşanî girtina deriyê sînor ê Sêmalka da, ku roja federasyona Bakurê Sûriyeyê hat ragihandin, hat girtin. Wekîlê YNK'yê destnîşan kir ku ev helwest ne ya bê qebûlkirin e.
Parlamenterê YNK'yî Abdullah da xuyakirin, ku girîng e Kurd di vê demê de bi hev re tevbigerin û got, "Em cîhanê, welatên Ewropayê, DYA'yê rexne dikin ku alîkariya pêwîst nadin. Di rewşeke bi vî rengî de, helwestên me yên li hemberî hev ên bi vî rengî ne rast in û nayên qebûlkirin. Ji ber ku Rojava ji bo hemû Kurdan, ji bo hemû gelên bindest cihê serbilindî û rûmetê ye. Jin û mêrên ciwan ên Rojavayî têkoşîneke welê meşandin, ku li pêşberî wê ya ku divê em bikin nîşandana hurmetê û destekdayîn e.
Bala xwe bidin ser tifaqên herêmê yên DYA û Rûsyayê; tevî ku ewqasî nakokî di navbera wan de hene jî, dema mijar dibe YPG/YPJ di heman astê de hurmetê nîşan didin. Di rewşeke ku hêzên rojavayî destekê didin Rojavayê Kurdistanê de, ev helwesta me ya li hemberî hev, helwesteke cihê şermezarkirinê ye. Ya ku dikeve ser milê me, destekdayîna hev e. Ji ber ku em gelekî xwedî heman dîrokê, xwedî heman erdnîgariyê ne. Wekî din, sîstema federal a derketiye holê, bi kêrî berjewendiyên Kurdan tê. Destekkirina Rojava, xurtkirina wê derê di heman demê de tê wateya xurtkirina Başûrê Kurdistanê."
'AKP WÊ LI PÊŞBERÎ KURDAN WINDA BIKE'
Abdullah, êrîşên AKP'ê yên bi mehan e li Bakurê Kurdistanê tên kirin û berxwedana Kurdan a li hemberî van êrîşan nirxand û destnîşan kir, ku ji darbeya 12'ê Îlonê û vir ve şîdeta herî dijwar a li hemberî Kurdan, ji aliyê AKP'ê ve di vê demê de tê kirin.
Abdullah bibîr xist, ku rejîma Baas a Saddam jî wextekê li Başûrê Kurdistanê bi Enfalê, bi gazên kîmyewî re hewl da Kurdan qetil bike û biqedîne û got, "Cîhan tev li pêşberî vê bêdeng ma û erê kir. Ji xwe gelê li Bakurê Kurdistanê ji aliyê hejmarî ve ji yê li Başûr gelekî zêdetir e. Divê wê çaxê were pirsîn; dewleta Tirk wê gelê Kurd ê ji 20 mîlyonan çawa tine bike? Ya ku winda bike AKP û dewleta Tirk e. Ev êşên Kurdan û gelên Tirkiyeyê wê rojekê biqedin."
'BERPIRSYARÊ KRÎZÊ PDK YE'
Wekîlê YNK'yî Arez Abdullah da xuyakirin, ku berpirsyarê krîza siyasî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê polîtîkayên PDK'ê ye û anî ziman, eger PDK siyaseteke rast bimeşîne wê pirsgirêk bi hêsanî çareser bibe.
Abdullah ji bo çareseriya krîzê jî işaret bi diyalogê kir û ev hişyarî da: "Eger ev krîz neyê çareserkriin, wê roja gel roj bi roj nebaş bibe. Di rewşeke bi vî rengî de jî wê nerazîbûna gel gelekî cuda be û hingî wê berpirsyar berdêlan bidin."