'Girîng e tecrîd derhal bê rakirin'
Endama Dîwana Serokatiyê ya KCD'ê Bîrtane xwest, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derhal were rakirin.
Endama Dîwana Serokatiyê ya KCD'ê Bîrtane xwest, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derhal were rakirin.
Endama Dîwana Serokatiyê ya KCD'ê Bîrtane xwest, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derhal were rakirin.
Endama Dîwana Serokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mulkiye Bîrtane, têkildarî êrîşên qirkirinê yên li Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF re axivî.
'VEGER LI POLÎTÎKAYA BERÊ ÇÊBÛYE'
Bîrtane da xuyakirin, ku divê polîtîkayên li Kurdistan û Tirkiyeyê tên meşandin weke polîtîkayeke desthilatdariyê neyên dîtin, mîna polîtîkaya îdeolojiya dewletê bên nirxandin û got, "Di nava 2 salan de pêvajoyeke muzakereyê hat meşandin û li Tirkiyeyê di nava vê demê de tiştek bi kesî nehat, cenaze nehatin û vê yekê hêviya gelan a bi aştiyê derxist asta herî bilind. Lê belê me dît, îdeolojiya fermî di nava polîtîkaya bêdengkirina Kurdan, gelan an jî mûxalîfan de ye û li rêbazên berê vegeriya. Ji sala 2011'an û pê ve Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan di nava tecrîdê de hat ragirtin, heta sala 2013'an. Di encama hevdîtinên di sala 2013'an hatin destpêkirin de, di nava civakê de hêviya aştiyê şîn bû û ji bo pêkanîna demokrasiyê hin hewldan hat kirin. Lê belê ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve vegera li polîtîkaya berê heye. Em ketin nava pêvajoyeke ku mirov nikare qala demokrasî, mafên mirovan, aştî yan jî aştiyê bikin."
'OCALAN NE TENÊ RÊBERÊ GELÊ KURD E'
Bîrtane axaftina xwe wiha dewam kir:
"(...) Ev plana têkbirinê ya ku sîstem dimeşîne, ji nû ve bicihanîna siyaseta ji salên 1930 li Tirkiyeyê ket meriyetê ye. Qetilkirina bi hezaran kesî, girtina bi hezaran kesî, koçberkirina bi sed hezaran kesî hatiye plankirin. Gelê Kurd ji bo parastina xwe, di nava pêvajoya xwerêveberiyê de ket nava şerekî. Ev şer ji aliyê AKP'ê ve lê hat ferzkirin û ya ku gel dike, xweparastin e. Em bi pêvajoyeke topyekûn a li hemberî siyasetê, li hemberî kadroyên gel û li dijî Rêbertî û li hemberî mûxalîfan hatiye destpêkirin re rû bi rû ne. Ev yek ji aliyê têkoşeran ve nayê qebûlkirin, ji ber ku em Birêz Ocalan ne tenê weke Rêberê Gelê Kurd dibînin. Em wî weke Rêberê gelên Rojhilata Navîn ên bindest dibînin."
Bîrtan got, "Li Bakurê Kurdistanê bi xwerêveberiyan re têkoşîna azadiyê derketiye asta herî bilind û wiha dewam kir: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan ê ji vê pêvajo û têkoşînê re pêşengiyê dike, divê weke tecrîda li ser gelan were dîtin. Qutkirina ji gel, qutkirina serî ji bedenê ji xwe xala bingehîn a hevpar a hemû desthilatdariyên yekperest û faşîzan e."
4'Ê NÎSANÊ
Endama Dîwana Serokatiyê ya KCD'ê Mulkiye Bîrtane bal kişand ser 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Çawa ku ruhê Newrozê şîn bû, wê 4'ê Nîsanê jî bi heman dilsoziyê re bê pêşwazîkirin."