Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Yilmaz hat veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Azad Yilmaz li Qoserê hat veşartin.

Yek ji du gerîlayên di şerê 15'ê Adarê yê li herêma Oremar a navçeya Colemêrg Geverê de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê Azad Yilmaz (Rênas Devrîm) duh ji Navenda Tipê ya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hat wergirtin û anîn navçeya Mêrdîn Qoserê.

Cenazeyê Yilmaz duh bi şev li Qoserê ji aliyê malbatê ve li Goristana Taxa Sanayî ya Qoserê hat veşartin.

Beriya merasîma cenaze polîsên Tirk li navçeyê tedbîrên tund girtin.