Yilmaz: Li Şemzînanê rewş mîna 'qedexeya derketina derve' ye

Hevşaredarê Şemzînanê Yilmaz hişyarî da ku piştî demeke kurt wê li navçeyê pirsgirêkên giran ên jiyanî der bibin. Yilmaz bang li raya giştî kir.

Li navçeya Colemêrg Geverê, ku 'qedexeya derketina derve' û êrîşên dewletê di roja 13. de ne, li navçeya Şemzînanê jî rêya Şemzînan-Geverê bi biryara Waliyê Tirk hat girtin. Bi vî rengî têkiliya Şemzînana ji 70 hezar kesî bi cîhana derve re hatiye girtin. Şert û mercên jiyanê yên gelê Şemzînanê ne kêmî yê 'qedexeya derketina derve' ye.

Hevşaredarê Şemzînanê Seferî yilmaz da xuyakirin, ku gundên Bigejne û Mavan ên navçeyê hatine dorpêçkirin û xwest, ev dorpêçî tavilê bê rakirin.

JI ALÎGIR RE VEKIRIYE, JI GEL RE GIRTÎ YE

Yilmaz da zanîn, rêya Şemzînan-Geverê ev 14 roj in bi bahaneya operasyonê bi biryara Walîtiya Tirk girtî ye û ragihand, bêyî destûra qeymeqam kes nikare jê derbas bibe û ji bilî alîgirê AKP'ê destûr ji nexweşan re jî nayê dayîn ku derkevin derve.

Yilmaz anî ziman, ji roja qedexe û êrîşên li hemberî Geverê destpê kirin û vir ve, li hemberî gelê Şemzînanê jî ji aliyê emelî ve 'qedexeya derketina derve' heye û diyar kir, têkiliya navçeya ji 70 hezar kesî bi temamî ji cîhanê hatiye birîn.

Yilmaz ragihand, gelê navçeyê bi tedbîrên xwe yên beriya niha wergirtî re jiyana xwe didomîne û hişyarî da, ku eger di demeke nêz de qedexe û dorpêçî neyê rakirin wê pirsgirêkên giran ên însanî û jiyanî rû bidin.

'GUND JÎ HATINE DORPÊÇKIRIN'

Şaredar Yilmaz da zanîn ku gundê Bijerne yê Rûbarokê ku nifûsa xwe zêdeyî 1000 kes e û gundê Mavan ê 50-60 mal lê ne, hatine dorpêçkirin û ragihand, ji bilî mirovên li van gundan qeydkirî ne, destûr ji kesî re nayê dayîn ku bikevin nava gund.

'EM RABIN SER PIYAN'

Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz diyar kir, divê ev pêkanînên rewşa awarte tavilê werin rakirin û bang li raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê kir, ku li dijî komkujiyan rabin ser piyan.