Onen: Em ê di 4'ê Nîsanê de li dijî tecrîdê biçin Amarayê
Nerazîbûna siyasetmedaran a li hemberî operasyonên qirkirinê yên li Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibe.
Nerazîbûna siyasetmedaran a li hemberî operasyonên qirkirinê yên li Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibe.
Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Amedê Omer Onen diyar kir, divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derhal bê rakirin û destnîşan kir, yekane kesê dikare krîza heyî çareser bike, Ocalan e.
Onen da xuyakirin, tecrîda li ser Ocalan tê wateya tecrîdkirina bi mîlyonan Kurdan, tecrîdkirina mirovên di 7'ê Hezîranê de deng dane HDP'ê û got, "Weke HDP heta dawiyê em li pişt nêrînên Birêz Ocalan in. Nêrîna wî aştî ye, jiyana hevpar e, jiyana bi hev re ya gelan e. Lewma nabe ku azadî û jiyana bi hev re bê tecrîdkirin. Niha li herêmê wehşeteke mezin heye. Tirkye ber bi kaoseke mezin ve diçe û yekane kesê dikare vê krîzê çareser bike, Birêz Ocalan e."
'DI 4'Ê NÎSANÊ DE EM Ê BIHERIKIN GUNDÊ AMARA'
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen got, "Çawa ku em xwedî li Newrozê derketin, di 4'ê Nîsanê de jî em ê biçin gundê Amarayê. Bila fikara kesî nebe; Birêz Ocalan di nava çar dîwaran de jî be, nêrînên wî li tevahiya cîhanê belav bûye. Nêrîn nikarin bên tecrîdkirin. Û ji bo rakirina vê tecrîdê, em ê bi coşeke mezin di 4'ê Nîsanê de ber bi Amarayê ve biherikin."