YBŞ'ê: Bi hêza xwe ya ji 1600 kesî re me ji bo operasyona Mûsilê gava destpêkê avêtin

Fermandariya YBŞ'ê da xuyakirin, ku di çarçoveya amadekariyên operasyona Mûsilê de wan dest bi operasyona paqijkirina derdora Mûsilê kirine û rêya bingehîn a 47. xistine bin kontrola xwe.

Di daxuyaniya Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de hat ragihandin, ku di çarçoveya operasyona ev 5 roj in dewam dike de wan gundên Medîban û Îmecrîs azad kirine û bi dehan Kurdên Êzidî rizgar kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gundên Medîban û Îmecrîs bi temamî ji DAIŞ'ê hatin paqijkirin. Ev operasyona hêzên me, operasyona paqijkirina derdora Mûsilê ye. Gava destpêkê ya operasyona Mûsilê ye. Hêzên me rêya 47. a ber bi Mûsilê ve, ji çeteyan paqij kirin. Bi vî rengî, rêya ji Şengalê ber bi Telafer û Mûsilê ve, vebûye."

OPERASYONA ME WÊ BÊNAVBER BIDOME

Fermandariya YBŞ'ê da xuyakirin, ku ew ê agahiyên berfireh ên li ser her du gundên hatine azadkirin û encamên operasyona tê meşandin piştre parve bikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku operasyon wê bidome.

Fermandariyê di dewama daxuyaniya xwe de endamê Konseya Leşkerî ya YBŞ'ê Şengal Şengalî yê di operasyonê de jiyana xwe ji dest da bibîr xist û dilsoziya bi têkoşîna şehîdan re hat destnîşankirin. Fermandariyê diyar kir, di serî de Şengal heta temamiya xaka Kurdistanê azad bibe û esîrên di destê DAIŞ'ê de ne werin rizgarkirin, ew ê nesekinin.

BI DESTEKA HPG Û YJA STARÊ RE 1600 ŞERVANÊN YBŞ'Ê TEVLÎ OPERASYONÊ DIBIN

Fermandariya YBŞ'ê ragihand, ew dixwazin hemû gelên di bin zilma DAIŞ'ê de ne rizgar bikin û wiha dewam kir: "Di çarçoveya plansaziyekê de, operasyonên me wê bênavber bidomin. Em bi hêzeke ji 1600 kesî re operasyona xwe dewam dikin. Bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re li ser mijara operasyonê me li hev kiribûn. Di heman demê de em bi hin hêzên li herêmê re jî tevdigerin. Gerîlayên HPG û YJA STarê jî ji roja destpêkê ve piştgiriyê didin me û ev desteka wan wê bidome. Em ê agahiyên berfireh ên li ser operasyonê piştre bi daxuyaniyekê ji gelê xwe û raya giştî re eşkere bikin."