AKP'ê dest danî ser avahiya Şaredariya Sûrê!
AKP'ê di bin navê 'cemawerîkirinê' de dest danî ser avahiya xizmetê ya Şaredariya Sûrê.
AKP'ê di bin navê 'cemawerîkirinê' de dest danî ser avahiya xizmetê ya Şaredariya Sûrê.
Bi biryara Desteya Wezîran a îro li Rojnameya Fermî hat weşandin re, detayên plana dagirkirina navçeya Amed Sûrê, ku di bin navê 'cemawerîkirinê' tê kirin, eşkere bûn.
Li gorî biryarê, wê temamiya 6 taxên di bin navnê 'qedexeya derketina derve' de hatin dorpêçkirin û wêrankirin, bên dagirkirin.
AVAHIYÊN DÎROKÎ JÎ WÊ WERIN DESTESERKIRIN
Ev dagirkerî wê li 348 cihên ser bi 15 taxan bê kirin. Yek ji cihên di bin navê cemawerîkirinê de hat desteserkirin, avahiya xizmetê ya Şaredariya Sûrê ye.
Tevî avahiya şaredariyê wê bi dehan avahiyên dîrokî yên li navçeyê jî bi heman navî werin talankirin.
TOKÎ KET NAVA TEVGERÊ
Her wiha tê gotin, ev herêmên ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ve hatine desteserkirin wê radestî Îdareya Avahiyên Giştî (TOKÎ) bên kirin. Qadeke ji 135 hekarî jî beriya demeke nêz radestî TOKÎ haibû kirin.