Temîzyuz: Divê Birêz Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û pêvajoyê bimeşîne
Hevserokê Giştî yê TUHAD-FED'ê Temîzyuz ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li her kesî kir, ku di 4'ê Nîsanê de li Rihayê bin. Temîzyuz xwest, tecrîd derhal bê rakirin.
MELEK YUKSEL / ELÎF DOGAN
AMED / ANF
în, 25 adarê 2016, 07:04
Hevserokê Giştî yê TUHAD-FED'ê Temîzyuz ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li her kesî kir, ku di 4'ê Nîsanê de li Rihayê bin. Temîzyuz xwest, tecrîd derhal bê rakirin û got, "Birêz Ocalan ji bo gelên li Rojhilata Navîn hêviya dawî ye. Girîng e Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û vê pêvajoyê bi xwe bimemşîne."
Hevserokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) Mehmet Temîzyuz, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand.
Temîzyuz diyar kir, tecrîda şidandî kêm maye saleke xwe tijî bike û got, "Tecrîda li ser Rêbertî, ku roj bi roj tê şidandin, ji bo gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn tê wateya şer, hilweşîn, kaos û tinebûnê. Ji tecrîda li ser Rêbertî bigirin heta helwesta li hemberî berxwedanên xwerêveberiyê, biryarên hikûmeta AKP'ê bi temamî ji bo meşandina polîtîkayên şer e. Hikûmeta AKP'ê ku ji bo aştî û muzakereyê gaveke bi tenê ya ji dil navêt, ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe şer dijwar kir, bi dehan bajar xera kir û şewitand, bi sedan sivîl qetil kir û neçar hişt ku bi hezaran welatî cih û warên xwe biterikînin."
'DIVÊ EM 4'Ê NÎSANÊ XURTIR PÊŞWAZÎ BIKIN'
Temîzyuz ragihand, her bajarekî Kurdistanê ji konsepta şer a dewleta AKP'ê para xwe werdigire û got, "Di vê dema şer kêlî bi kêlî dijwar dibe de, ji bo 4'ê Nîsanê veguhere aştiyeke mayînde û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd bê rakirin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, em ê 4'ê Nîsanê ji her demê xurt bi daxwaza aştî û biratiya gelan pêşwazî bikin."
'HETA KU RÊBERTÎ JI ALIYÊ FÎZÎKÎ VE AZAD NEBE, SIYASETA DEMOKRATÎK NAYÊ MEŞANDIN'
Hevserokê TUHAD-FED'ê destnîşan kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelên li Rojhilata Navîn hêviya dawî ye û ev nirxandin kir: "Kaosa Tirkiye û Sûriye ketiye navê bi awayekî zelal nîşan dide, ku heta Rêberê me bi awayekî fîzîkî azad nebe, li Rojhilata Navîn siyaseteke demokratîk nameşe. Yekane rêya qedandina vî şerê kirêt ê li Tirkiyeyê ew e, ku Birêz Abdullah Ocalan bi gel û rêxistina xwe re têkiliyê deyne. Di rewşa heyî de, bi rêya heyetan şandina mesajan ji gel û rêxistinê re, êdî çareserî nîne. Ji ber ku em bi rastiyeke şer a ji du sal berê kûrtir re rû bi rû ne. Lewma divê êdî Rêberî ji aliyê fîzîkî ve azad bibe û pêvajoyê bi xwe bimeşîne."
'DI 4'Ê NÎSANÊ DE LI RIHAYÊ BIN'
Mehmet Temîzyuz bang li gelan kir, ku ji her demê bêhtir bi biryar û daxwaz tevlî pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê bibin û got, "Îsal ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi azadî û aştiyê re heye. Bi vê wesîleyê weke TUHAD-FED'ê, em bang li hemû mirovên ji aştî û jiyana bi hev re ya gelan bawer dikin, rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedarên bloka aştiyê ya li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê, têkoşerên azadiyê yên Kurdistanê, hemû mirovên xwe weke parçeyek ji vê têkoşînê dibînin dikin, ku di 4'ê Nîsanê de li Rihayê bin. Pîrozbahiyên me yên 4'ê Nîsanê, ku em ê bi şiyara 'Azadiya Rêberê me û jiyana bi hev re ya gelan' lidar bixin, wê îsal jî li navçeya Riha Xelfetiyê bin. Plansaziya îsal wê ji ya par ne zêde cudatir be. Bernameya me wê di 3'ê Nîsanê de destê bike, di 4'ê Nîsanê saet piştî 23'an bi dawî bibe. Di çarçoveya vê bernameyê de em ê di sibeha 4'ê Nîsanê de li mala Rêberê xwe bidin. Piştî serdana mala Rêbertî, wê li cihê şehîdên Amara hevrêyên me Masûm û Mûstafa lê şehîd ketin, bîranîn bê organîzekirin. Bername wê piştî vê bîranînê bi dawî bibe."