Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta pê re jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê ziyaret kirin, lê belê polîsên Tirk bi ava şid êrîşî wan kirin. Balkêş e ku di dema êrîşê de polîsan bi taybetî Demîrtaş hedef girtin.
ANF
CIZÎR
în, 25 adarê 2016, 12:53
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta ji parlamenteran a pê re piştî ku jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê ziyaret kirin, ji bo biçin avahiya HDP'ê ji kolana Nisêbînê derketin, lê polîsên Tirk li vê derê êrîşî wan kirin.
Polîsên rejîma Tirk ên dor li heyetê girtin, bêyî hişyariyê bikin yekser bi ava şid êrîşî Demîrtaş û heyeta pê re kirin. Balkêş bû ku polîsan di dema êrîşê de bi taybetî Demîrtaş hedef girtin. Gelê Cizîrê jî hewl da Demîrtaş ji êrîşa polîsên Tirk biparêze.
Jinan bi tilîliyan, girseya gel jî bi qîrîna dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" bersiv dan êrîşê. Ji ber ku êrîşa polîsên Tirk dewam kir, Demîrtaş bi wesayîta hat cihê êrîşê re derbasî avahiya HDP'ê bû. Esnafên li kolana Nisêbînê jî bi nîşaneya serketinê Demîrtaş û heyeta HDP'ê pêşwazî kir.