Qereqola Mermerê bi erdê re bû yek
Di encama çalakiya duh bi şev de Qereqola Jendermeyan a Mermer a li ser rêya bejahî ya Amed-Liceyê, ji binî ve hat rûxandin. Tê gotin, di çalakiyê de bi dehan çete mirine û gelek birîndar bûne.
Di encama çalakiya duh bi şev de Qereqola Jendermeyan a Mermer a li ser rêya bejahî ya Amed-Liceyê, ji binî ve hat rûxandin. Tê gotin, di çalakiyê de bi dehan çete mirine û gelek birîndar bûne.
Li hemberî Qereqola Jendermeyan a Mermer a li ser rêya Amed-Liceyê, duh bi şev saet di 22:00 de çalakiyeke bombeyî hat lidarxistin.
Hat ragihandin, di encama çalakiyê de qereqol bi temamî hilweşiya ye. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, wesayîteke bombebarkirî di nava qereqolê de hatiye teqandin. Avahiya pêşiyê, avahiya îdarî-kontrolê, xwaringeh-gazîno yên li pişt û avahiya cihê razanê yên qereqolê bi temamî hilweşiyan e.
Piştî çalakiyê bi dehan ambûlans çûn herêmê. Arkujan jî ancax piştî 30 deqeyan şewat vemirandin.
Piştî çalakiyê leşkerên Tirk heta serê sibehê gule li gundê Mermer reşandin. Ketin û derketina gund hat girtin. Li ser mijarê weşan hat qedexekirin.
Tê gotin, ku ev qereqol ji meha Tebaxê û vir ve ji aliyê leşkerên Tevgera Taybet a Jendermeyan (JOH) ve tê bikaranîn.
Li qereqola ku normal 50-60 leşker hebûn, ji ber sewqiyata dema dawî hejmara leşkeran a li vê qereqolê gelekî zêdetir bû.
QEEREQOL NAVENDA JÎTEM-ÎTIRAFKARAN BÛ
Qereqola Mermerê ya li ser rêya bejahî ya navbera Amed-Liceye, di salên 90'î de weke navenda JÎTEM û Îtirafkaran dihat bikaranîn.
HPG'ê hînê li ser mijarê daxuyanî nedaye.