Li Farqînê operasyon û şer
Li bejahiya navçeya Amed Farqînê operasyoneke mezin a leşkerî danê vê sibehê destpê kir. Helîkopterên artêşa Tirk guleyan li herêmê direşînin. Gundî jî ji bo bibin mertalên zindî, ber bi herêmê ve dimeşin.

Li bejahiya gundên Hecîçerkez, Dêrikamiqûre, Mistika, Sitêniye û Xapa yên navçeya Amed Farqînê, operasyonekê destpê kir. Di operasyonê de tevî leşker û maşînên zirxî, cerdevan jî amade ne. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, di operasyona îro danê sibehê destpê kir de şerekî dijwar qewimiye. Hat ragihandin, ku şer hînê dewam dike û helîkopterên artêşa Tirk guleyan li qada bejahî direşînin. Tê gotin ji herêmê dengê teqînên dijwar tên û artêşa Tirk qadê topbaran dike.
Ji bo pêşî li şer bigirin, gelek welatiyan berê xwe dan herêma operasyonê, ku wê bibin mertalên zindî.